Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2025-12-02 14:50:59   MÊRDÎN - Jina bi navê Îrem Caba, li navçeya Midyadê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Îrem Caba ji qata 10’an ketiye xwarê.    Jina bi navê Îrem Caba a 30 salî, li Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Îrem Caba, ji qata 10’an ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; bûyer di danê sibehê de qewimî û li cihê bûyerê komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Hat diyarkirin ku Îrem Cabayê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Îrem Cabayê ji bo otopsiyê rakirin morgê û der heqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.