Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê 2025-12-02 15:09:21   DÊRSIM - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê li hember êrişên sîstematîk ên li Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan banga xurtkirina îradeya hevpar kir.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, der barê komkujiya Elewiyan de ku ji aliyê hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve li Kolana Hunerê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta "Komkujiya Elewiyan li Sûriyeyê berdewam dike. Rawestînin!" hat vekirin. Girse bi dirûşmeya "Em ê li hember komkujiyê bêdeng nemînin" ber bi Yeralti Çarşisiyê ve meşiya.    Endamê Platformê û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dêrsimê Ozcan Ateş diyar kir ku êrişên li dijî Elewiyan, ji taxên Akrama û Muhacirîn ên Humsê bigire heya deverên gundewarî yên wekî Lazkiye, Tartûs û Hamayê, ji 23'ê Mijdarê ve berdewam dikin. Ateş bal kişand ser êrişên ji şewitandina malan û kuştina sivîlan bigire heya revandina jin û zarokan û gulebarankirina xwepêşandanên aştiyane û got: "Mirina pênc kesan û birîndarbûna gelek kesên din di êrişa li ser xwepêşandanên ku bi deh hezaran kes beşdar bûn di 25'ê Mijdarê de nîşan dide ku ev tundûtûjî ne tesadufî ye, berhema polîtîkayeke rêxistinkirî ye ku rasterast di bin fermanên hikûmetê de tê meşandin."   Ateş destnîşan kir ku tişta li dijî komkujiyê bê kirin bes divê ne qeydkirina êşan be û got: "Di serdemeke wiha de ku hiqûq hatiye binpêkirin û rewşa îstisnaî tê rewakirin, divê heqîqet bê berbiçavkirin, hevgirtin bê xurtkirin û li dijî êrişan vîneke hevpar bê çêkirin."    Daxuyanî bi berzkirin dirûşmeyan bi dawî bû.