Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin 2025-12-03 09:03:50 DÊRAZORÊ - Dêrazor a ku li Sûriyeyê di navbera bajaran de wekî pirekê ye û ji aliyê bazirganî û lojîstîkê ve xwedî cihekî stratejîk e, li herêma di bin kontrola HTŞ'ê de hîn şopên kûr ên şer dixuye, lê li aliyê Rêveberiya Xweser pêşerojeke nû tê avakirin. Dema ku li Şamê hîn nû deriyên dikanan vedibûn, me berê xwe da Qamişloyê. Dema ku em ji bajêrê ku hemû şopên şer lê hebûn derkevin, me xwe di nava dîmenên ku dişibiya fîlmên "kovboyan" de dît. Rêyeke rast, di navbera newalekî ku dişibiya çolê de dirêj dibû. Li her du aliyên rê carinan xaniyên yek qatî yên bi rengê zer xuya dikirin.   Her ku em ji Şamê dûr diketin, dîtina bermahiyên şerê di navbera DAIŞ, komên din û rejîmê de pêkan bû. Hema hema li her nuqteyê em rastî wesayîteke wergeriyayî yan şewitî dihatin û me şahidiya avahiyên hilweşiyayî dikir.   Di dema rêwîtiya me ya bi derhênerên din ên ji Tirkiyeyê re, me li derdorê temaşe dikir û meraq dikir ka çi qewimiye. Tekane kesê ku dikaribû bersiva pirsên me bide ajokarê taksiyê yê Ereb bû, lê çavekî wî li rê û çavê din li ser telefonê bû.   RÊYA DÊRAZORÊ   Ajoker, di domahiya rê de li har dera ku înternet dikişand, vîdeoyên medyaya dijîtal temaşe dikirin. Xweşbextane piştî demekê fêm kir ku derdekî me heye û bi tevgerên destan dest bi têkiliyê kir. Lê ajaker ne Tirkî û ne jî Kurdî dizanibû, em jî bi Erebî nediaxivîn. Îngilîziya me jî tenê têra silavdayînê dikir. Baş e ku bi saya sepana wergerê ya telefonê me karîbû bi hev re têkiliyê deynin.   BI DEHAN NUQTEYÊN KONTROLÊ   Rêya ku diçe Dêrazorê û 450 kîlometre dûr e, aram bû. Ji bilî otomobîlên ku ji hember dihatin û TIR'ên barkirî yên modela 1960-70'yî, tu jiyan lê nebû. Em tenê rastî kontrolên rê yên rejîma nû dihatin. Li hin nuqteyan 1-2, li hinekên din jî 4-5 endamên HTŞ'ê nobet digirtin. Ji bereqeyan derdiketin û bi Erebî ji ajokar dipirsîn bê em ji ku tên û bi ku ve diçin. Ajokar jî her carê digot ku ew herêmê nîşanî me dide. Carinan bagaj dihatin kontrolkirin û li pasaportan dinerîn. Piştî derbaskirina bi dehan nuqteyan bi awayekî bifikar, me hest kir ku em nêzîkî jîngehek nû dibin.   NAVENDA ŞER: DÊRAZOR     Cihê ku em nêzîk dibûn Dêrazor bû, ku demekê DAIŞ'ê wekî navend bi kar dianî. Her ku em nêzîkî navenda bajêr dibûn, şopên şerê giran hîn diyartir dibûn. Li her du aliyên rê avahiyên ku ji ber êrişên hewayî û şerê giran wêran bûne, çend parçe eşyayên mirovên ku belkî qet nikaribin vegerin malên xwe û neçar mane li dû xwe bihêlin...   Dêrazor li rojhilatê welat e û bajarekî girîng e ku li qeraxa Çemê Firatê ye. Yek ji bajarên xwedî rûbera herî mezin e. Wekî yek ji warên herî kevnar ên Mezopotamyayê, bi çavkaniyên xwe yên dewlemend ên petrol û gaza xwezayî tê naskirin. Ji ber ku li derdora Çemê Firatê ye, ji bo çandiniyê guncaw e. Beriya şerê navxweyî, aboriya herêmê piranî li ser enerjî û çandiniyê bû.   Lê piştî DAIŞ'ê bi salan bû navenda şer. Kontrola bajêr di demên cuda de di navbera DAIŞ û rejîmê de dest guherand. Avahiyeke ku zirar nedîtibe nemaye. Binesazî, xizmetên giştî, av, ceyran... çi were bîra mirov ji ber şer nedihatin bikaranîn. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), di nîvê sala 2017'an de li dijî DAIŞ'ê operasyonek mezin da destpêkirin û DAIŞ ji navenda bajêr derxist. Bajar niha bûye du parçe. Rojavayê Firatê di kontrola HTŞ'ê de, rojhilatê wê jî di kontrola HSD'ê de ye.   GORISTANA WESAYÎTÊN ZIRXÎ     Herêma di bin kontrola HTŞ'ê de, tevî ku sal derbas bûne jî hîn şopên şer li ser xuyaye. Ji hin avahiyan tenê îskelet mane, pencere şikestî ne, rê tijî çal in. Dîrekên ceyranê xwar bûne, hin kolan hîn di bin kavilan de ne, hemû tabela an rengê wan çûye an jî nivîsên ser wan nayên xwendin.   Ji ber toza ku ji çolê û kavilan tê, bêhnsitandin zehmet e. Lê mirov hînî vê rewşê bûne. Gelê ku di dema şer de bajar neterikandine an jî vegeriyane, di nava kavilan de pêdiviyên xwe yên rojane bicih tînin. Ji wesayîtan zêdetir motosîklet hene.   Piştî derbaskirina nuqteya kontrolê ya sereke, li aliyekî rê em rastî goristaneke wesayîtan tên; bi sedan tank, obus û wesayîtên zirxî yên leşkerî li ser hev hatine komkirin. Hema li pêşiya wê em dikevin taxeke ku şer herî zêde lê qewimiye. Di nav kolanan de makîneyên kar kavilan radikin, lê dîtina avahiyeke saxlem ne pêkan e.   Li her derê endamên HTŞ'ê yên çekdar nobedê digirin, kesên ji kolan û kuçeyan derbas dibin kontrol dikin. Ajokarê ku hînî vê tabloyê bûye, em hişyar kirin ku em bi komputer an bi telefonê dîmenan nekişînin.   Piştî rêwîtiyeke 20 deqeyan em gihiştin Çemê Firatê. Dema ku em di rêza dûr û dirêj a wesayît û motosîkletan de hêdî hêdî diçûn, me pira ku pêwendiya bajêr pêk dianî û di dema DAIŞ'ê de hatibû teqandin dît. Ji ber ku pira kevn nedihat bikaranîn, kanalîzasyona betonê an jî boriyên avê li ser hev hatine danîn û pireke demkî hatiye çêkirin.   SÎNORÊ HSD Û HTŞ'Ê: FIRAT     Li aliyekî endamên HTŞ'ê yên çekdar, li aliyê din jî şervanên HSD'ê yên dest li ser tetîkê rawestiyane. Piştî hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de rewşa vir jî asayî bûye. Di demên dawî de tu rewşeke şer neqewimiye.   Şêniyên herêmê bi rihetî derbas dibûn, lê fikarên me zêdetir dibûn. Ajoker bi tevgerên destan hewl dida vebêje ku em kemberên xwe vekin û wekî şêniyên herêmê tevbigerin. Piştî sohbeta kurt a ajokar û endamên HTŞ'ê, em di ser "pira" ku her kêlî xetereya ketina avê hebû re derbas bûn û derbasî herêma di bin kontrola HSD'ê de bûn.   JIYAN DI HERKA XWE YA ASAYÎ DE YE     Li vir xala pêşîn a ku balê dikişand ew bû ku kontrol hîn tundtir dihat kirin. Li wesayîtan yek bi yek dinerîn, kontrola nasnameyan dihat kirin. Piştî derbaskirina nuqteya kontrolê, wek em ketibin erdnîgariyeke cuda; an zêde şer neqewimîbû an jî şopên şer hatibûn paqijkirin. Ji bilî çend avahiyên ku ji şer zirar dîtibûn, her avahî li cihê xwe bû. Jiyana rojane di herka xwe ya asayî de berdewam dikir; rê paqijtir bûn, li zeviyên çandiniyê yên hêşîn ên li derdora xaniyên zer ên yek qatî xebateke bi lez hebû, mirovan ajalên xwe diçêrandin.     Beşeke mezin a şervanên HSD'ê yên li nuqteyên kontrol û asayîşê nobedê digirin Ereb in, ji şêniyên herêmê hatine hilbijartin. Rêveberiya cewherî ji ewlehî û asayîşê dest pê kiriye. Têkiliya bi mirovan re jî bi Erebî tê danîn. Di diyalogên di navbera endamên asayîşê û ajokar de me tenê dikaribû peyvekê fêm bikin; peyva "heval".   Endamên HTŞ'ê hemû ji mêran pêk dihatin, li nuqteyên HSD'ê em rastî endamên ewlehî û asayîşê yên jin jî hatin. Hema hema li ser rêya her gundî nuqteyeke kontrolê hebû, li her nuqteyê heman sepan dihat kirin. Rawestgeha me ya din jî wê Qamişlo bûya.   Sibê: Rêwîtiya ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve   MA / Azad Altay