Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da 2025-12-04 15:21:55   WAN – Li Erdîşê jina bi navê Turkan Turkoglû ya ku bi malbata xwe re dijiya, bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Erdîş a Wanê jina bi navê Turkan Turkoglû (19) ku bi malbata xwe re dijiya, li malê bi awayeke biguman jiyana xwse ji dest da. Piştî midaxileya komên tenduristiyê yên ku bi agahdarkirina çûn malê, hat tespîtkirin ku Turkan Turkoglûyê jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê Turkan Turkogluyê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.