Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike 2025-12-05 10:40:54   WAN - Rageşiya li Rojhilata navîn, krîza aborî, bihabûn û pêşbaziya turîzmê bandoreke neyînî li ser turîzma Wanê kir. Hejmara turîstan ku par 980 hezar kes bû, îsal daket 380 hezar kesan. Serokê Anatoliyaya Rojhilat a TURSAB’ê Cevdet Ozgokçe got: “Bihabûn û şerên li herêmê bandoreke neyînî li turîzmê kir.”    Bajarê Wanê ku bi xweza û bi berhemên xwe yên dîrokî balê dikişîne, her sal mazûvaniya bi sed hezaran geştyaran dike. Bi taybet jî ji Îranê her sal bi hezaran kes berê xwe didin Wanê. Lêbelê erişên Îsraîlê yên li herêmê, rageşiya li Rojhilata Navîn û bihabûna her tiştekî, bandoreke neyînî li ser turîzma bajêr kir. Di sala 2022’yan de 500 hezar geştiyar, di sala 2023’yan de 980 hezar, di 2024’an de 719 hezar û îsal jî tenê 380 hezar geştyaran berê xwe dan bajar. Bajarê ku par 980 hezar geştiyar hatibûn serdanê dihat payîn îsal ev reqem gelek zêdetir bibe lê piştî şerê Îsraîl-Îranê û sedemên li jor hatine rêzkirin, ev rêjeye gelek ket.    Serokê Desteya Nûnertiyê ya Herêma Anatoliyaya Rojhilat a Yekitiya Acentayên Geştê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Cevdet Ozgokçe bal kişand ser sedemên rê li ber kêmbûna geştyaran vekirin û got: “Yek ji sedema vê jî hevrikiya Dubaî, Iraq, Gurcistan, Batum, Ermenistan ya bi me re ye. Di bazara navxweyî de jî beşekî turîstan berê xwe didin herêmên rojava. Heke em di mijara fiyetan de li dijî van bajar û welatan hevsengiyekê çênekin, mixabin dê turîst neyên. Bazara me ya derve ya herî mezin Îran e û piştre jî Iraq tê. Îsal gelek kêm geştiyar ji Iraqê hatin.”     BAJARÊ HERÎ BIHA   Bi domdarî Ozgokçe anî ziman ku di wextê Newrozê de li Îranê liv û tevgereke zêde çêdibû lêbelê niha ne mîna berê ye û wiha pê de çû: “Li ser vê yekê em tevî nûnerên sektorê çûn 4 bajarên Îranê. Di dema serdanê de me dît ku giliyê wan ê herî zêde di mijara fiyetan de ye. Bihayê hotêl, dikan, loqente, texsî û hwd. zêde dibînin. Heke em vê ferqa fiyetan a bi welatên din re çareser nekin, dê hejmara turîstan her ku diçe kêmtir bibe. Li Antalyayê di serdemên herî zêde kar heyî de, her tişt di nav de tesîs di navbera 110-120 dolaran de tên firotin. Li Wanê bihayê ode-taştê derketiye ser 125 euroyan. Mimkûn nîne em bikarin li dijî vê bihayê pêşbaziyê bikin.”    'DI ŞERTÊN ŞER DE TURÎZM NABE’   Di berdewama axaftina xwe de Ozgokçe anî ziman ku rageşiya di navbera Îran-Îsraîlê de jî bandoreke neyînî li turîzmê kiriye û got: “Cihê aramî lê nebe, turîzm jî nabe. Di serdema şer de tu kesî nexwest ji Îranê were. Me jê re got ‘werin bibin mêvanên me’ lê tu kes ji wan welatê xwe neterikand. Kêmbûna hejmara turîstan, derbekî giran li aboriya bajar da. Ji dikaNên cilûbergan heta yên din, gelek kes mexdûr bûn.”   'TU HEWLDANEKE WEZARETÊ NÎNE’   Ozgokçe, got ku bi xebatên xwe hejmara turîstan a 25 hezarî derxistina sedhezaran lê li dijî vê hewldana wan Wezareta Çand û Turîzmê neketiye nava tu hewldanan. Ozgokçe, got: “Geştyarên iraqî ji bo bên Tirkiyeyê 200 dolar heqê vîzeyê didin. Heman kes bê vîze diçe Dubaî û Gurcistanê. Ev nayê qebûlkirin. Di vê mijarê de tu hewldaneke wezaretê çênebû. Mixabin wezaretê ji bo turîzma Wanê tu hewldanek nekir. Heke ji deh parên keda me wan tenê parek jî bikira niha rewşa turîzmê ya bajarê me pir cuda bûya.”   'GIRTINA BALAFIRGEHÊ DERB LÊ XIST’    Ozgokçe, got ku piraniya geştyarên îranî û iraqî bi rêbejê tên bajêr û piştre ji vir bi balafirê diçin bajarên din ên Tirkiyeyê. Ozgokçe, axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku xetên derve yên balafirgehê girtî ne, hejmara geştyaran jî kêm dibe. Wan, bajarekî xweş e. Gelek îranî û iraqî li şûna 30-40 hezaran bidin balafiran, ji bo yek du rojan tên Wanê, piştre bi 5 hezaran heqê balafirê diçin Antalyayê. Piştre dîsa tên Wanê, li vir danûstandina xwe dikin û vedigerin welatên xwe. Dema balafir nebe, ew girse jî nabe. Ev jî bandorê li rêjeya geştiyaran dike.”    MA / Zeynep Durgut