'Girtiyê nexweş Yildirim nehat tehliyekirin’ 2025-12-05 16:13:50   ÎZMÎR - Rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqê diyar kirin ku taloqkirina tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim a ji bo 9 mehan biryareke derhiqûqî ye û xwestin Yildirim were berdan.    Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) yên Îzmîrê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) ya Îzmîrê têkildarî girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim (74) ku 30 sal in girtî ye, li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin û tehliyeya wî ji bo 9 mehan hate taloqkirin, daxuyanî dan. Daxuyanî, li Şaxa ÎHD’a Îzmîrê hat dayin û pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî, bila lijneyên îdare û çavdêriyê bên girtin” hate hilgirtin.    Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Nazli Turan di daxuyaniyê de got ku cara duyemîn e tehliyeya Yildirim bi awayekî keyfî tê astengkirin. Nazli Turanê got: “Rewşa tenduristiyê ya Mehmet Saît Yildirim giran e. Di Çileya 2024’an de anjiyo bû. Di bicihanîna pêdiviyên xwe yên sereke de zehmetiyê dikişîne û bi zehmet diaxive. Raporên nexweşxaneyê yên Yildirim nîşan didin ku nikare bi tena serê xwe bijî. Lê tevî ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn jî ev 8 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Ev rewş li dijî raporên tenduristiyê û standarên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Di tecrîdeke giran de ye, tenê diçe hevdîtina parêzeran. Hem di qawîşê de hem jî dema hewadariyê bi tenê ye. Piştî gardiyanan li ser bêtêlê piştrast kirin ku kesek li korîdorê nîne wî derdixin derve. Heta saetên spor û hewadariyê jî bi awayekî ku girtiyên din nebîne tên amadekirin.”    'BIRYARA LIJNEYÊ BIRYAREKE KEYFÎ YE’    Di berdewamê de Nazli Turanê bal kişand ser hinceta taloqkirina tehliyeyê û ev tişt anî ziman: “Tu daneyeke ku têkiliya girtî bi rêxistinê re ddome nîne lê dîsa jî li gorî qenaeta xwe weke hincet nîşan dane. Ev jî bi aşkerayî li dijî rêgezên pîvan û ewlehiya hiqûqî ye. Nabe ku sazî li gorî şertên bi xwe ava kirî kesekî ceza bike. Di rapora ewlehî û çavdêriyê ya lijneyê de ku raporên navxweyî ne, dibêje ku Yildirim tu pirsgirêkên ewlehiyê çênekiriye û meyla wî ya ji bo tundiyê tune ye. Tevî vê jî tehliyeya wî hatiye astengkirin.”    DAXWAZA TEHLIYEYÊ   Nazli Turan, axaftina xwe wiha qedand: “Lijne jî qebûl dike ku girtî kal e û rewşa wî ya tenduristiyê giran e. Divê ev rewş di nirxandina başhaliyê de weke hêmayekî erênî were nirxandin. Di tecrîdeke girankirî de ye û rewşa wî ya tenduristiyê li girtîgehê xerab dibe. Lijne bi xwe jî van qebûl dike û divê lijne li gorî vê jî biryara xwe bide.”    Endama Lijneya Rêveber a Baroya Îzmîrê Zohre Dalkiran û parêzerê Yildirim Fatma Demîrerê jî xwestin Yildirim tavilê were berdan.