Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan 2025-12-11 16:35:31 ENQERE - Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe biçin serdana Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan.  Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê sibe biçin serdana Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî.    Hevdîtina bi Babacan re dê sibe saet di 11.00’an de li Navenda Giştî ya Partiya DEVA’yê bê kirin.    Piştre jî dê şande derbasî Meclisê bibe û saet di 14.00’ê de jî bi Bahçelî re hevdîtinê bike.