Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir 2025-12-12 19:36:08 ENQERE - Hevşaerdara Bajarê mezin a Wanê Neslîhan şedal di  Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî, Ked û Demokrasiyê ya Navneteweyî axivî û got: “Tu modela ku jinan temsîl nake ne demorkatîk e.”   Sendikaya Kedkarên Hemû Şeredariyan û Xizmetên Rêveberiya Herêmî (TUM BEL-SEN), 2’emîn Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî, Ked û Demokrasiyê ya Navneteweyî li oteleke navçeya Çankaya ya Enqereyê li dar xist. Hevşeredara Wanê Neslîhan Şedal û Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ên ku qeyûm tayînî şêna wan hatine kirin tevli sempozyûmê bûn. Hevşaredara Qamişloyê û Yekitiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer û li welatên navneteweyî nûnerên sendika û kesên li ser rêveberiyên herêmî û demokrasiyê xebatê dimeşînin jî beşdarî sempozyûmê bûn.   Sempozyûm bi axaftina Serokê Giştî yê TUM BEL-SENê Erdal Bozkurt destpê kir. Erdal Bozkurt bi lêv kir ku ji ber sepanên desthilatê yên li dijî demokrasî û hiqûqê her ku diçe desthilat vediguhere rêveberiyeke otoriter û ev tişt gotin: “Niha pêvajoyek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destpê kiriye. Ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayînde û demokrasî û wekhevî pêk were xala herî girîng rêveberiyên herêmî ne. Ji bo çareseriya demokratîk divê rêveberiyên herêmî bi esas girtina tevlîbûna gel ji nû ve bên avakirin.”   Piştre berpirsê Xizmetên Cameweriyê û Rêveberiyên Herêmî yê Federasyona Sendîkayên Xizmeta Cemaweriyê ya ewropayê (EPSU) Pablo Sanchez li ser rêveberiyên herêmî, pêkhatina demokrasiyê, rewşa karkeran axivî. ji Zanîngeha Ulsterê Dr. Petter O’conno û ji Federasyona Perwerdekaran a Kolombiyayê (FECODE) Marta Alfonso jî li ser zoomê tevlî sempozyomê bûn û mînakên demokrasiyê, rêveberiyên herêmî, şert û mercên welatên ew di nav de dijîn mînak dan û nirxandin kirin.   RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ YÊN LI ROJAVAYÊ   Hevşaredara Qamişloyê û Yekitiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer jî li ser zoomê beşdarî sempozyûmê bû. Bêrîvan Omer diyar kir li Rojava şeredariya yekem a Qamişloyê bû û wiha qal kir: “Em bi komîn û kantonan xwe bi rêxistin dikin. Vîna jinan û tevlîbûna jinan esas digirin. Gel bi xwe rasterast tevlî rêveberiyê dibe. Em li ser azadiya jinê hemû şeredariyên me bi awayekî fermî weke hevserok dixebitin. Erk û berpirsyariya wan yek e û tu cudahî tune ye. Di destpêkê de zahmetî me pir dikşand. Jin tevlî şeredariyê nedibûn lê niha jin jî tevlî şeredariyan dibin û guherînên mezin pêkhatin. Di hundirê şerdariyê de meclîsa jinan heye û ew jî hem budçeya xwe û hem jî xebatên jinan bi xwe diyar dikin.   Bêrîvan Omer wiha berdewam kir: “Li taxan komîn hene û ew biryarên xwe bixwe didin. Dema asta bajêr de be jî meclîsa bajar biryar digire. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dewlet tune ye.Pergaleke bêdewletî û rêveberiyeke herêmî ya civakî hatiye avakirin. Endamên şeredariyê jî di hundirê Yekitiya Şeredariyan de tên bi rêxistinkirin. Li cem me cudahiya karmend û kesên berpiryar tune ye. Wekhev in. Di hundirê şeredariyê de çi biryar bê standin hemû xebatkarên şeredariyê tevlî wê biryarê dibin û fikra xwe tînin ziman.”   Hevşaredar Bêrîtan Omer anî ziman ku ji ber êrîşan wan nekarî pergala xwe pêşve bibe û wiha domand: “Binesaziya bajaran hat hilweşandin, cihên ceyranê hatin rûxandin. Gelek êrîş pêk hatin. Em jî niha hewl didin binesaziyên hatine hilweşandin ji nû ve ava bikin û cihên hatine rûxandin çêbikin. Ji aliyê azadiya jinê û demokrasiyê ve jî gavên mezin hatin avetin. Peymana Civakî di 2024an de ket meriyetê. Xebatên parastina zarokan, parastina çanda bajar û ekolojiyê ji hêla kesên pîspor ve tên kirin. Projeya asasî ji aliyê hişmendiyê ve guherandina hişmendî û avakirina azadî û demokrasiya civakî ye. Hevî dikim em jî bikarin werin tecrubeyan bi hev re parve bikin û hûn jî bikarin werin vir. Gelê me pir êş kişandin, şer, pevçûn û kuştin dîtin. Ji ber wê jî gelê me hejayî hemû xebatên baş û xizmetan e.”   Piştî axaftinan rûniştina yekem a sempozyûmê bi dawî bû.   Beriya rûniştina 2’emîn şaredarê berê yê Enqereyê Murat Karayalçin axivî li ser sepanên rêveberiya herêmî ya li Tirkiyeyê rawestiya û qala qanûnên şeredariyê ku di serdema AKPê de hatine hatine derxistin kir.   Piştî axaftinê rûniştina 2’emîn  bi sernavê “Li Tirkiyeyê Rêveberiyên Herêmî, Kiryarên Qeyûmtiyê û Lêgerîna Çareseriyê” destpê kir. Moderetoriya rûniştinê Îzzetîn Alpergîn kir. Hevşeredara Wanê Neslihan Şedal ku şûna wê qeyûm hatibû tayinkirin, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku şûna wî qeyûm hatibû tayinkirin û Şaredarê Samandagê Emrah Karaçay jî weke axaftvan beşdarî rûniştinê bûn.   Di serî de Ahmet Ozer axivî û anî ziman ku ew di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin û wiha got: “Ji aliyekî vê em di pêvajoya aştiyê de derbas dibin. Ez piştgiriya pêvajoyê dikim, lê ji aliyê din vê jî ji aliyê desthilatê vê sepanên li dijî pêvajoyê ne tên meşandin. Niha 27 hevşeredar û şaredar girtî ne. Hê jî qeyûm li ser şeredariyan hene. Di vê rewşê de wê çawa aştiyê pêk were? Ez dipirsim, hûn jî bipirsin. Aştî jidilbûn e, heke hûn jidilbin ew pêvajo dê biçe serî. Lê heke hûn ne ji dilbin ew pêvajo jî dê negihêje encamê. Ji bo aştî pêk were û aştî civakî bibe divê gav bên avetin. Di serî de sepanên qeyûman bi dawî bibin û şeredarên di girtîgehan de ne bên berdan. Heta demokrasî û hiqûq tune be aştî pêk nayê.”   XESPKIRINA ŞAREDARIYAN   Piştre Neslihan Şadal axivî. Neslihan Şadal destnîşan kir ku ew rêveberiyeke demokratik û ekojîk esas digirin û ji ber wê jî hertim qeyûm tayinî li ser şeredariyên wan hatine kirin. Neslihan Şadal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ew sepan bi dawî bibin divê li dijî vê bê hiqûqiyê em dengê xwe bilind bikin. Jixwe di giyana vê pêvajoyê de xurtkirina rêveberiyên herêmî heye. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyeke dîrokî destpê kir û em jî di vê pêvajoyê de li ser xurtkirina rêveberiyên herêmî diaxivin. Em weke Tevgera Kurd ji ber modela xwe ya şeredariyê dibin hedef. Ew model li dijî pergala netew dewlet û desthilatdariyê weke alternatîfeke. Bi modela hevserokiyê ku wekheviya jin û zilam esas digire, demokrasî û ekoloji di nav xwe de dihewînê û pir zimanî û pir rengî li dijî vê pergaleyê. Modela ku jin ne din av de bin ne demokratik in. Di modeleke rêveberiya herêmî de dema jin ne xwedî gotin bin ew model ne demokratik in. Di encama polîtikayên mêtingeriyê yên li Kurdistanê de ji aliyê waliyên metînger ve şeredariyên me hatin xespkirin.”   RÊVEBERIYEKE SOSYALÎST   Şaredarê Samandagê Emrah Karaçay jî bi zimanê xwe yê dayikê Erebî dest bi axaftina xwe kir û got ku ew ji ber têkoşîna ji bo zimanê dayikê Erspasiya welatiyên Kurd dike. Emrah Karaçay jî bi lêv kir ku ew tevî pergala yekperestiyê ya faşizan jî bi netew û baweriyên cuda di nava aştiyê de dijîn û ev tişt gotin: “Di erdheja 6ê Sibatê de navçeya me jî pir bandor bû. Ji ber erdhejê em jî rastî pir zahmetiyan hatin. Ji bo wê em jî dixwazin rêveberiyên herêmî xweser bin. Qanûnên li Enqereyê derdikevin ji bo Colemerg û Samandagê ne derbasdar e. Em dixwazin rêveberiyeke sosyalîst û civakî ava bikin.”   Piştî axaftinan rûniştina 2y’emîn a sempozyûmê bi pirs û bersivan bi dawî bû.   Rûniştina 3’emîn a sempozyomê bi sernavê “Pergala Rêveberîyên Herêmî ya Tirkiyeyê çima û çawa divê were guhertin?” pêk hat. Di rûniştinê de Serokê Giştî yê TUM BEL-SEN’ê Erdal Bozkurt moderetorî kir û ji Zanîngeha ODTUyê Prof. Dr. Mustafa Kemal Bayirbag, ji zanîngeha Zanîngeha Enqereyê Doç. Dr. Sonay Bayramoglu û ji Zanîngeha Başkentê Dr. Alî Mert Taşcier axivîn.