Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji ber ambargoyê navber dan perwerdeyê 2025-12-30 16:30:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, rêveberiya taxan ji bo 13 dibistanan navber da perwerdeyê.    Dorpêça hêzên hikûmeta veguhêz a Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê berdewam e. Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro biryarnameyek derxist. Li gorî biryarnameyê, 13 dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û dibistanên hevbeş ên Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz dê heya piştî sersalê neyên vekirin.   Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Zehîde Reşîd der barê biryarnameyê de ji ANHA’yê re axivî û ev agahî da: “Di encama ambargoya ku hikûmeta veguhêz daniye ser her du taxan sotemenî li navendên perwerde û fêrkirinê nema, di heman demê de rewşa heyî bandor li psîkolojiya xwendekaran kiriye.”   Zehîde Reşîdê diyar kir ku biryarname piştî şopandina rewşa xwendekaran hate dayîn û diyar kir ku rêjeya çûna dibistanan ji sedî 60 kêm bûye. Di berdewamê de Zehîde Reşîdê anî ziman ku ambargo bû sedem ku xwendekarên li her du taxan ku hejmara wan 4 hezar e, bê pirtûk bimînin.   Zehîde Reşîdê banga bidawîkirina ambargoyê kir.    Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 13 dibistan hene. 3 jê girêdayî Rêveberiya Xweser in û 10 jî yên hevbeş ên hikûmeta veguhêz û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ne. Derdora 25 hezar xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî li van dibistanan dixwînin.   Komîteya Perwerde û Civaka Demokratîk a Helebê, li ser bingeha nirxandina komîteyên çavdêriyê yên li ser bandorên dorpêçê, bi şêwirmendiya Yekitiya Mamosteyan û Yekitiya Xwendekaran ên her du taxan, îxtîmala dirêjkirina girtina dibistanan heya piştî 4’ê Çileya 2026’an dinirxîne.