AMED - Tirkiye ji sala 1983'yan vir ve di bin navê “operasyona derveyî sînor” de êrişî başûrê Kurdistanê dike û hê van êrişan encam negirtiye. Her ku çû rewşa boriya welat xerab bû û pirsgirêka kurd kûr bû. Rojnamevan Cahît Mervan got ku Tikiye bi van êrişan nagihîje tu serkeftinê.
Êrişên hewayî û bejahî yên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Metîna, Zap, Xakurkê, Avaşîn, Bradost, Heftanîn û bejahiya Amêdiyê yên bi ser Başûr ango Herêma Kurdistanê ve bênavber dewam dikin. Êriş di destpêka meha tîrmehê de derbasî qonaxeke din bûn. Tirkiye êrişên xwe berfireh kir, dest bi avakirina nuqteyên kontrolê û avakirina baregehên nû kir. Êrişên ku PDK her cure piştevaniya îstixbaratî û lojîstîkî dide, ne nû ne xwe dispêre salên dûv û dirêj. Tirkiye ji sala 1983’yan vir ve van herêman dike armanca êrişên xwe. Heta îro gelek operasyonên “derveyî sînor” hatine lidarxistin.
ŞER PIRSGIRÊKA KURD KÛRTIR KIR
Di operasyon-êrişên berê de dema ango wextê operasyonê sînordar bûn, lê bi êrişên 10’ê Sibata 2021’an li dijî herêma Garê hedef hat guhertin. Tirkiye piştî êrişa Garê li herêmê dest bicihbûnê kir. Di vê çarçoveyê de bi dehan baregehên leşkerên tirk hatin avakirin. Di avakirina van baregehan de piştgiriya herî mezin PDK’ê da leşkerên tirk. Rayedarên desthilatdariyê yên ku fermana êrişan dan, di destpêka her êrişê de soza "Em ê biqedînin" dan û didin. Lê belê ev armanc tu carî pêk nehat. Piştî her êrişan aboriya welat xerabtir bû û pirsgirêka kurd ku yek ji pirsgirêka herî mezin a welat e, hîn kûrtir bû.
ÊRIŞA EWIL A ‘DERVEYÎ SÎNOR’
Êrişa yekemîn a “derveyî sînor" di sala 1983'yan de hat kirin. Êrişên ku bi hevkariya PDK û rêveberiya Bexdayê hatin kirin ti encam negirtin. Êriş piştî "Peymana Ewlehiya Sînor û Hevkariyê" ya ku di navbera rêveberiya darbekar Kenan Evren û Bexdayê de hat îmzekirin dest pê kir. Li ser vê peymanê, Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 26'ê Gulana 1983'yan de dest bi "Operasyona Şopandina Germ" kirin. Di operasyona ku bi 7 hezar leşkeran hat destpêkirin de, TSK’ê 5 kîlometre sînor derbas kir. Êrişên ku bi navber berdewam kirin, di 2'yê Hezîrana 1983'yan de bi vekişîna leşkerên tirk re bi dawî bû.
Di 15’ê Tebaxa 1986’an de yekem êrişa hewayî ya Tirkiyê li ser herêmê pêk hat. Piştî êrişa ku di 12’ê Tebaxê de li navçeya Çelê pêk hat û 14 leşker hatin kuştin, bi 10 balafir û 8 hezar leşkeran êrişên bejahî û hewayî hatin lidarxistin. Di van êrişan de kampên PDK’ê jî bûn hedef û gelek pêşmerge û sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Yekem berteka li hember êrişan ji rêberê Lîbyayê Muamer Qedafî hat. Îran ku bi tundî ev kiryara Tirkiyê rexne kir, diyar kir ku di êrişê de kurdên sivîl hatine qetilkirin.
OZAL: GIRANIYA ŞER KÊM BIKIN
Di sala 1991’an de di serdema Serokkomarê wê demê Turgut Özal de 3 êrişên li ser sînor pêk hatin. Di êrişên bi navê “Paqijkirin (Supurge)” ku nîsana 1991’an de, li Herêma Kurdistanê bi taybetî jî li ser Xakûrkê hat destpêkirin, gelek herêm bi dijwarî hatin bombebarankirin. Di êrişa duyemîn a 5’ê Tebaxê de, li herêma Durjî di navbera gerîlayên ARGK û Artêşa Tirk de 15 rojan şer derketibû. Piştre Ozal bang li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û gotibû: "Şer giran e divê hûn giraniya şer kêm bikin.”
KAMPÊN ÎSTÎXBARATÊ HATIN AVAKIRIN
Di êrişên navbera 11-25’ê cotmeha 1991’an de hatin kirin PDK û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî piştgirî dan êrişan. Piştî êrîşan li ser xeta Dihok-Zaxo-Hewlêr dest bi avakirina kampên îstixbaratê yên Tirkiyeyê kirin. Piştre dest bi avakirina kampên leşkerî hat kirin.
Piştî vê dîrokê, di dîrokên cuda de êrişên nû hatin kirin. Di 12'ê Cotmeha 1992'yan bi nêzî 15 hezar leşker êrişeke nû hat destpêkirin. Pevçûnên ku piştî êrişên hewayî dest pê kirin 20 roj berdewam kirin. Di êrişên ku giraniya xwe li ser herêma Çiyayê Xantûrê pêk hatin de, Heftenîn jî bi dijwarî hate bombekirin. Di pevçûnên dijwar ên ku 20 roj dom kirin de Tirkiye nekarî encam bigire.
OPERASYONA HERÎ MEZIN
Kampa Zelê di 10’ê hezîrana 1993’yan de, di 6'ê Sibata 1994'an de herêmên Mezrê û Kariyêderî bûn hedef. Di êrişa 28’ê Çileya 1994’an de herêma Zelê ya nêzî Silêmaniyê rastî êrîşên dijwar ên balafirên şer ên tirk hat. Paşê Hêzên Çekdar ên Tirk di 21'ê Adara 1995'an de bi beşdariya 35 hezar personelan "Operasyona Pola (Çelik Harekati)" da destpêkirin. Gelek herêm bi taybet herêma Heftanînê ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin bombebarankirin. Di êrşan de 64 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Operasyona bi navê "Pola" piştî operasyona Qibrisê wek êrişa herî mezin hat tomakirin.
JI BAKUR HETA BAŞÛR ŞER
Şeva 5'ê Nîsana 1996'an di navbera navçeyên Licê, Hênê, Pasûr û Dara Hênê de "Operasyona Atmaca" hat destpêkirin. Êrişa navborî piştre li ser sînor hat kirin. Di êrişan de 40 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Di "Operasyona Tokatê" de ku di 14'ê Hezîrana heman salê de hat destpêkirin de, herêmên Botê, Sinat, Avaguzê, Birkê Evdal, Elagiş û Heftanînê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.
QESRA SADDAM WEK BAREGEH HAT BIKARANÎN
Di êrişa ewil a sala 1997’an de bi navê “Balyoz” hate kirin. Di êrişên 14’ê Gulana 1997’an dest pê kirin de 50 hezar leşker beşdar bûn. Piştî ku 2 helîkopterên Tirkiyeyê hatin xistin û endamên fermandariyê yên tirk jiyana xwe ji dest dan, êriş bi dawî bûn. Êriş 2 meh û nîvan dewam kirin. Qesra Seddam Huseyn a li Sersingê jî wek baregeh dihat bikaranîn. Li gorî daneyên fermî di van êrişan de 13 jê efser 114 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Di Îlona 1997’an de bi 100 tank û 10 hezar leşkeran êrişeke nû ya “Derveyî sînor” hat destpêkirin. Navê "Çakûç (Çekiç)" li operasyonê hat kirin. Xakurkê bû hedef. Êrişa ku ji aliyê PDK'ê ve jî hat destekkirin, bi ser neket. Piştî van êrişan dest bi avakirina biryargehên leşkerî hatin kirin. Bi taybetî gelek leşker li Batufa, Kanî Masî, Bamêrnê û Şeladizeyê hatin bicihkirin.
ÊRIŞÊN DI NAVBERA SALÊN 1990-2007’AN DE
Di bihara 1998’an de êrişa bi navê “Mûrat” vê carê bi 40 hezar leşkeran pêk hat. Di sala 1999'an de Tirkiyeyê bi navê "Operasyona Sandivîç" êrişeke nû da destpêkirin. Her wiha artêşa tirk a ku di 4’ê Gulana 2000’an de tevî PDK’ê ber bi Hêftanînê ve bi rê ket, piştî 4 rojan, yanî di 8’ê Gulanê de neçar ma vekişe. Tirkiyeyê di meha Kanûna 2007’an de bi piştgiriya hewayî êrişek pêk anîbû. Ji êrişên ku piraniya wan ji bomberdûmanên hewayî pêk dihat, ti encam bi dest neket.
ÊRIŞA ZAPÊ
Di navbera 15'ê Çile û 4'ê Sibata 2008'an de herêmên Zap-Şîvê, Avaşîn-Basyan û Xakûrkê ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin bombekirin. Piştî van bombebaranê, Hêzên Çekdar ên Tirk di 21'ê Sibata 2008'an de “Operasyona Roj (Guneş Harekati)” da destpêkirin. Êriş heta roja 29’ê sibatê berdewam kirin. Di operasyona ku 10 hezar leşker sînor derbas kirin û beşdar bûn de, deverên Zap, Xakûrkê û Avaşînê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin û her wiha top hatin avêtin. Yekîneyên leşkerî ku ji ber şert û mercên giran ên zivistanê yên li herêma Zapê jî bandor li wan kiribû, piştî demekê neçar man paşde vekişin.
Piştî Zapê êrişên Tirkiyeyê yên li derveyî sînor bi awayekî berfireh dest pê kir. Piştî çend salan Parlamenterê BDP’ê Sirri Sureyya Onder ji Serokê Giştî yê Serfermandariya wê demê Yaşar Buyukanit, pirsa "Çima hûn ji Zapê vekişiyan?" kir. Buyukanit wiha bersiv dabû, “Av jî li wir qeşa digirt.”
BRADOST Û XAKÛRKÊ DI HEDEFÊ DE NE
Hêzên Çekdar ên Tirk operasyonên ku di sala 2018’an de li Bradostê dabûn destpêkirin bi herêma Xakurkê re di Gulana 2019’an de berfireh kir. Hêzên Çekdar ên Tirk di 10’ê Sibata 2021’an de li herêma Garê operasyonek berfireh dabû destpêkirin. Di operasyona ku bi 41 balafiran hat kirin de, gelek helîkopter, balafirên bêmirov û yekîneyên taybet, 13 leşkerên dîl ku di nav wan de welatiyekî Iraqî, polîs û endamên MÎT'ê jî hebûn û di destê PKK’ê de bûn, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hat ragihandin ku di operasyona ku bi rojan dewam kir de 3 leşkerên beşdarî operasyonê bûne jî jiyana xwe ji dest dane.
ÊRIŞÊN DI BIN NAVÊ ‘PENÇE’ DE
Ji ber ku li Garê encameke dihate xwestin nehat bidestxistin, di 23’ê Nîsana 2021’an de operasyonek cuda hate destpêkirin. Vê carê jî hedefa operasyona ku bi telefonê di navbera Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan de li ser "Qirkirina Ermeniyan" hat axaftin, lê mijar operasyona li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna bûn jî. Di operasyonên ku li herêmên cuda yên bi navên "Pençe Kartal ", "Pençe Kaplan", "Pençe Şîmşek" û "Pençe Yildirim" hê jî didomin. Di van operasyonên navborî de mirina leşkeran, desteka vekirî ya ku PDK'ê dide Tirkiyeyê, bikaranîna çekên kîmyewî, radestkirina leşkerekî weke îdiaya ku ji aliyê hevalên xwe ve hatiye gulebarankirin, valakirina gundan û wêrankirina ekolojîk her di rojevê de ne.
Ji roja ewil a operasyonê de rayedarên PDK'ê piştgirî dan Tirkiyeyê û bi daxuyaniyên ku PKK'ê sûcdar dikin didin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî destpêkirina operasyonê daxuyaniyek da û got: "Ev pirsgirêk pirsgirêka navxweyî ya Tirkiyeyê ye ku derbasî Herêma Kurdistanê bûye, yanî pirsgirêka navbera PKK û Tirkiyeyê ye." Piştî demekê PDK’ê dest bi bicihkirin û komkirina hêzên xwe li ser rêyên ku diçin herêmên ku operasyon lê didome, kir. Hêzên taybet ên girêdayî PDK'ê li Xelîfanê di kemînekê de 6 endamên HPG'ê kuştin.
RÛXANDINA EKOLOJÎK Û KOÇBERÎ
Li herêma operasyonê ya ku şerê dijwar lê diqewimin jî rûxandinek ekolojîk a dijwar rû dide. Di şewata daristanan a ku ji ber bombebarana balafirên şer derket de bi hezaran dar dişewitin, bi hezaran donim zeviyên çandiniyê zirareke mezin dîtin. Wêrankirina ekolojîk tenê bi şewatan re sînordar namîne, li herêmê bi hinceta "ewlehî" û "çêkirina rê" bi hezaran dar hatin birîn.
BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
Piştî meha sêyemîn a operasyonê derket holê ku Tirkiyeyê çekên kîmyewî û gaza bijehrî bikar aniye. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di hefteyên dawî de gelek nûçeyên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî û gaza bijehrî de nûçe çêkirin.
Bi êrişên dawî re heta niha bi dehan gund hatine valakirin. Li gorî rapora Tîmên Avakirina Aştiyê ya Civakî (Community Peacemaker Teams-CPT), tenê di navbera 15'ê Hezîranê û 15'ê Tîrmeha îsal de ji ber bomberdûmana balafirên şer malên 19 malbatan hilweşiyane. Her wiha ji ber êrişan 9 gund bi temamî hatin valakirin û 184 malbat neçar man ku koç bikin.
MERVAN: SERKETINA TIRKIYEYÊ PIR ZEHMET E
Rojnamevan Cahît Mervan êrişên ku bi salan e Tirkiye pêk tîne nirxand û wiha got: “Artêşa Tirk 40 sal in bêhejmar operasyonên leşkerî pêk anîne. Carna jî bi hêzeke 30-40 hezar leşker êrişan pêk anî. Lê belê dîsa jî leşkerên tirk neçar man ku xwe vekişînini ji ber ku nekaribûn encam bigirin. Gelek caran derbên giran li artêşa tirk hatin xistin û nekaribû xwe li wir bigire. Wan navên xeyalî li van operasyonên leşkerî kirin da ku serweriya psîkolojîk bi dest bixin. Dema mirov li manşetên rojnameyên tirk ên ji sala 1983’yan û vir ve binêre, Zap û Qendîl herî kêm 30 caran bi êriş û operasyonan re rû bi rû mane û divê biketina. Bi rastî ew di sala 2008’an de pirr bicoş çûn operasyonê. Di zivistanê de êrişeke leşkerî kirin. Wan plan dikir ku encam bigirin û mayînde bin. Lê belê di şerê Zapê de ku 9 rojan dom kir, bi gotina Serfermandarê Giştî yê wê demê Yaşar Buyukanit, neçar man ku hêzên xwe vekişînin. Heke pîvana serkeftinê li vir avêtina gelek bombeyan û şewitandin û rûxandin be, mirov dikare bibêje ku di vî warî de bi ser ketine. Lê eger şikandina îrade û berxwedana aliyên din bi wateya bidestxistina serketinê be, ew ji vê yekê pirr dûr in. Serkeftina wan pirr dûr e.”
‘TIRKIYE DIXWAZE MAYÎNDE BIBE’
Mervan anî ziman ku Tirkiye bi êrişên ku di nîsana 2022'yan de da destpêkirin, armanc dike ku li herêmê mayînde bibe û wiha axivî: "Tirkiye dixwaze hin parçeyên xaka Kurdistanê bi xwe ve girê bide. Ji bo vê jî bi hemû hêza xwe hewl dide herêmê bi dest bixe û li wir xwe bicih bike. Ev 2 sal in hemû derfetên teknîkî bikar tînin û dixwazin li wir bicih bibin. Di vî warî de bi PDK'ê re di nava hevkariyê de ye. Ji artêşa tirk re cih vedike ku bikeve başûrê Kurdistanê. Di bin navê ‘PKK’ de bi awayekî cidî dixwazin statûya Herêma Kurdistanê ji holê rakin. Armanca vê yekê ew e ku Kurdistanê bikin 'eyaletek’ bi ser Tirkiyeyê ve. Di heman demê de Tirkiye dixwaze li wir çanda kurdan ji holê rake û çanda tirka bicih bike.”
MA / Delal Akyuz