Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin

  • cîhan
  • 10:48 19 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji edîtorên Radyo Onda d'Urto Michele Borra ku di mîhrîcana li dar xistin de cih da fikrên Abdullah Ocalan, diyar kir, ku fikrên Ocalan ji têkoşeran re bûye çavkaniya sûdwergirtinê, rê nîşanî wan dide û got: “Bi weşanên xwe, em paradîgmaya Ocalan digihînin gelan.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye û 41 meh in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Li gel sîstema îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her roj hîn bêhtir li nava civakên cuda yên têkoşer belav dibin.
 
Yek ji saziyên ku xwedî li paradîgmaya Abdullah Ocalan a demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê derdikeve û wan digihîne gelan, radyoya Onda d'Urto ya Îtalyayê ye. Radyo ji sala 1992'an û vir ve bi rengekî kevneşop li bajarê Brescia yê Îtalyayê bi beşdariya hunermendên naskirî yên Îtalyayê festîvaleke ji 18 rojan li dar dixe. Bi deh hezaran mirov tev li festîvalê dibin û peyamên siyasî têne dayîn. Du salên dawî jî bernameya rojekê ya festîvalê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Kurdistanê re tê veqetandin.
 
‘EM DIXWAZIN KAMPANYA AZADÎ JI OCALAN RE BIGIHÎNIN CIVAKÊ’
 
Li ser mijarê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi yek ji edîtorên Radyo Onda d'Urto ye Michele Borra re axivî. Borra anî ziman ku weke radyo demeke dirêj e ew piştgiriyê didin beşên cuda yên civakî ku têdikoşin û got: “Em têkoşîna azadiyê ya gelê kurd demeke dirêj in nas dikin û piştevaniya wan dikin. Li ser banga Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê me biryareke hevpar dan û di encamê de jî van du salên dawî bi rengekî taybet tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan bûn. Di vê çarçoveyê de weke radyo 2 sal in hem di weşanên xwe de hem jî di festîvalê de em piştgiriyê didin kampanya azadî ji Abdullah Ocalan re û hewl didin kampanyayê bigihînin beşên berfireh ên civakî. Li gel vê yekê weke radyo hem ji Rojava hem jî ji Bakur û Başûrê Kurdistanê em têkiliyê datînin. Weke radyo me heyet şand Rojava. Weke îro ji niha û pê ve jî em ê piştevaniyê bi gelê kurd re û azadiya Ocalan re bikin."
 
'FIKRÊN OCALAN LI NAVA GELÊN ÎTALYAYÊ DENG VEDIDIN'
 
Borra destnîşan kir ku weke radyo ew girîngiyeke mezin didin fikrên Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Paradîgmaya ku Abdullah Ocalan destnîşan kir ji aliyê beşeke mezin a Îtalyayê ve tê naskirin. Fikrên Ocalan li nava gelên Îtalyayê deng vedide. Weke radyo jî di weşanên xwe yên rojane de û di çalakiyên xwe de em dikin ku fikrên Ocalan belav bibin. Fikrên Ocalan li nava civakê bi rengekî berfireh têne nîqaşkirin. Bi heman rengî civakek heye ku weke delege ji ber sedemên cuda diçin Kurdistanê û tên, fikrên Ocalan di pratîkê de nas dikin û piştî ku vedigerin hewl didin van fikran li vê derê jî bixin meriyetê.”
 
‘OCALAN RÊ NÎŞANÎ TÊKOŞERAN DIDE’
 
Borra diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan rê nîşanî wan û her beşên têkoşeran dide û got: “Bi taybetî dixwazim vê yekê bibêjim; paradîgmaya Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo me çep a Îtalya û Ewropayê dibe çavkaniya têkoşînê. Em analîzên Ocalan û nirxandinên wî bi fikrên xwe re didin ber hev. Weke çep a Îtalyayê em hewl didin fêhm bikin bê li ku derê şaşitiyê dikin û bi sûdwergirtina ji tecrûbeyên gelê Kurd hewl didin kêmasiyên xwe çareser bikin. Yanî fikrên Ocalan ji bo çep a Îtalya û Ewropayê dibe çavkaniya sûdwergirtinê.”
 
'JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ DIVÊ EM XWE BIGIHÎNIN GIRSEYÊN BERFIREH'
 
Borra bal kişand ser tecrîda ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav de ye û got, "Tecrîda li ser Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê teqez nayê qebûlkirin. Weke ku me di festîvalê de kir, em hewl didin şert û mercên ku Ocalan tê de ye bigihînin girseyên berfireh ji bo karibin tecrîdê bişikînin. Bi vî rengî em hewl didin bikin ku hikumeta Îtalyayê zextê li ser Tirkiyeyê bike û bikeve nava liv û tevgerê. Şikandina vê tecrîdê û xwegihandina girseyên berfireh ji bo misogerkirina azadiya Ocalan gelekî girîng e."
 
RADYO ONDA D'URTO
 
Radyo salên 1980'î ji aliyê komeke ji xwendekaran a ji têkoşîna xwendekaran di sala 1985'an de li bajarê Brescia yê Îtalyayê ava bû, li gel weşangeriya xwe weke her wiha weke tevgereke civakî jî tê naskirin. Li cîhanekê ku medya ketiye destekî, ketiye bin xizmeta desthilatdarî û patronan, Radyo Onda d'Urto veguherî radyoyeke welê ku xwe bi rê ve dibe, fînanse dike û bû dengê têkoşeran.
 
Radyo Onda d'Urto 39 sal in weşangeriyeke serbixwe û alternatîf dike. Radyo ji bo karibe xwe fînanse bike ji sala 1992'an û vir ve bi rengekî kevneşop her sal bi navê Radyo Onda d'Urto li bajarê Brescia yê Îtalyayê festîvaleke mezin a ji 18 rojan lidar dixe.
 
Di festîvalê de ku vediguhere qadeke ji danasîna têkoşînên beşên cuda yên civakî û gelan û peyamên siyasî têne dayin, her sal bi beşdariya hunermendên naskirî yên Îtalyayê konserên mezin têne lidarxistin.

Sernavên din

21/08/2024
16:09 Şenyaşar: Heta ku çalakiya me ya li Meclisê encam bigire dê 24 saetan bidome
16:08 Îlham Ehmed: Divê Hikûmeta Şamê Rêveberiya xweser nas bike
15:37 Ji bo alîkariya hiqûqî ya jinên tundî li wan tê kirin protokol hate îmzekirin
15:04 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Çareserî ne baregehên leşkerî ye, tevgera demokrasiyê ye
14:53 Zilamê jin derb kiriye hate girtin
14:39 Aşxaneya Peyasê hate vekirin
13:34 Li Bosna Hersekê êrişa çekdarî: 3 kes mirin kesek birîndar bû
13:21 Hurgiliyên ‘mutabeqata’ Enqere û Bexdayê derketin holê
12:34 Îranê mamosteyekî kurdî girt
12:17 Kedkara Çapemeniya Azad Demîrê jiyana xwe ji dest da
12:16 Şaredariya Wêranşarê li dijî medeyên hişbirê xebat da destpêkirin
11:18 Rapora ÇED’ê ya madena Licikê hate betalkirin
11:11 MYK ya DEM Partiyê civiya
10:59 Nivîskar Ûlûg: PDK 40 sal in xiyanetê li azadiya kurdan dike
10:49 Li Îranê otobusa rêwiyên hecê qeza kir: 28 kes mirin
10:10 PDK, 'xeta qanehkirinê' û 'odeyên lêpirsînê yên hevpar' ava kirin
10:09 Rojnamevan Kiziler: Wê berxwedan diyarker be
10:01 Li Amedê çalakiya ‘Xwendinên Azadiyê’
09:57 Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Demîr: Tirkiye ji bêdengiya navnetewî hêzê digire
09:49 Parlamenterên kurd: Dê qanûn Iraqê aloztir bike
09:08 Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin
09:02 Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
08:48 Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin