WAN - Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku dewleta tirk ji bêdengiya navnetewî hêzê digire û tecrîda li Îmraliyê kûrtir dike û wiha got: “Tişta ku desthilat dike ew e ku binpêkirina li demê belav kirî bi civakê bide qebûlkirin.”
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê zêdetirî 25 salan e li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 41 meh in agahî nayên wergirtin. Qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re ku di pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) ya piştî hewldana darbeya di 15’ê tîrmeha 2016’an de çêbû hate îlankirin heta sibata 2018’an hate domandin. Piştî vê dîrokê jî hevdîtina bi parêzeran re bi hinceta “cezayên dîsiplînê” yê 6 mehan berdewam kir. Herî dawî di 3’yê gulanê de bi biryara qedexeyê ya ji aliyê Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê ve hate dayîn re ji Abdullah Ocalan re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan hate dayîn.
Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Cemal Demîr, têkildarî mafê hêviyê û tecrîda hatiye kûrkirin nirxandin kirin.
JI BÊDENGIYÊ HÊZÊ DIGIRIN
Demîr, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ji gelan re û bi taybetî ji kurdan re peyameke û wiha got: “AKP û MHP’ê zêdetirî 41 mehan e tecrîdeke giran li ser birêz Abdullah Ocalan pêk tînin. Bi vê yekê ji kurdan û dostên wan re peyama ‘qasî ku ez dixwazin dikarin dengê xwe derxînin, ez xwedî hêzeke mûtleq im’ didin. Em bi rastiya desthilateke dijminê gel, faşîst û otorîter re rû bi rû ne. Tevî çalakî, aktîvîte û nerazîbûnên gelê kurd û raya giştî ya demokratîk a zêde jî, ev desthilata otorîter bi tu awayî gavekê jî ji tecrîdê paşve naavêje. Desthilata faşîst, ji bêdengiya parazvanên mafên mirovan ên navnetewî û saziyên demokratîk a nayê fêm kirin hêzê digire. Di vî warî de ne pêkane ku mirova wateyekê bide vê yekê ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AK) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) guh nede deng û nêrazîbûnên gel.”
BIRYARA DMME’YÊ YA MAFÊ HÊVIYÊ
Demîr, qala biryara “mafê hêviyê” ya DMME’yê kir û ev tişt gotin: “Cezayê hefsê yê giran qanûneke ku bi guhertina Qanûna Ceza ya Tirk a di sala 2004’an de hatiye anîne. Înfaza vî cezayî ji pêvajoya ku heta mirina mehkûm dewam dike pêk tê. Îçtîhat a ku weke ‘Mafê hêviyê’ tê navkirin jî ew e ku mirovek bi tu awayî, di tu rejîmên hiqûqê de, di pergalên înfazê de nikare heta hetayê di girtîgehê de bimîne. Weke tê zanîn Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di serlêdana birêz Abdullah Ocalan de di warê ‘mafê hêviyê’ de biryara binpêkirinê da. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û dewleta tirk ku parçeyek ji statuya hiqûqî ya dadgehê ye heta niha ev biryara ku dadgehê daye pêk neaniye. Bi israr van biryaran bi cih naîne. Biryara ji bo birêz Abdullah Ocalan hatiye dayîn jî bi israr pêk naîne. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AK) ji bo pêkanîna vê biryarê di hin serdeman de fikarên xwe anîn ziman lê ji bo bicihanîna vê biryarê Tirkiyeyê nade ber cezayên giran.”
Demîr, bi lêv kir ku komite peywîra xwe ya navnetewî bi cih naîne û ev tişt gotin: “Tevî ku li dijî dewleta tirk pêvajoyeke kontrolkirinê bide destpêkirin jî tu carî daxwazên xwe bi cih naîne. Bi tunehesibandina ‘Mafê hêviyê’ re binpêkirineke ku li demê tê belavkirin li ser civakê tê ferzkirin. Lê gelê kurd û dostên wan vê yekê bi tu awayî qebûl nake. Dê di her platformê de vê yekê bi dengekî bilind bîne ziman.”
LI ÎMRALIYÊ HIQÛQA TAYBET
Demîr, anî ziman ku Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî di 15’ê sibata 1999’an de weke “dîl girtî” radestî Tirkiyeyê hate kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji birêz Ocalan re hiqûqeke taybet hatiye çêkirin. Ew jî bûye Hiqûqa Taybet a Îmraliyê. Di nava vê de her cure bê hiqûqî heye. Rewşa keyfî gihiştiye lûtkeyê. Tu mekanîzmayeke ku netewî û navnetewî nîne ku vê kontrol bike. Ji ber vê yekê ji dadgeha asta herî jêr heta asta herî jor keyfiyet û li gorî kesan tevgerîn heye. Li ser vê yekê pêleke netewperest her tim prîm bi dest xistiye. Bêguman, eger dewleta Tirk di çarçoveya biryarên binpêkirina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de ji nû ve dest bi pêvajoya darizandin û rûbirûbûnê ya adîl bike, ne dereng e. Bi vî rengî pirsgirêka kurd ku pirsgirêka herî girîng a welat e, wê bibe xwedî çareseriyeke demokratîk û mayînde.”
KAOS Û KRÎZ KÛR DIKE
Demîr, bal kişand ku yekane temînata aştî û demokrasiyê Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji tecrûbeyên berê diyar dibe ku Birêz Ocalan bi sekna xwe û temsîlkariya xwe yekane mifteya aştî û demokrasiyê ye. Eşkere ye ku sedema vê yekê jî têgihiştina dewletê û pratîka desthilatdariyê ya di nuqteya çareseriya pirsgirêka kurd de bi tundî û çekê ye. Tam jî di vir de girîngiya birêz Abdullah Ocalan derdikeve holê. Heke tecrîd were rakirin û rêya aştiyê û diyalogê were vekirin dê krîza piralî ku dewleta tirk di nav de jî bê derbaskirin. Tenduristî, azadî û ewlekariya Birêz Abdullah Ocalan yekser bi aştiya welêt ve girêdayî ye. Tevî ku tecrîd giran dibe asta kaos û krîzê jî zêde dibe. Ji bo vê jî weke gel û civakê ji bo ku em vê tecrîdê ji holê rakin divê em di nav têkoşîneke mezin de cih bigirin ku dîktatoriya AKP’ê bidin paş ve birin û nirxên demokratîk bilind bikin.”