AMED - Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de li navçeya Bismilê, çalakiya “Xwendinên Azadiyê” ku ji parêznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê, hat lidarxistin.
Çalakiyên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji, pirsgirêka kurd re çareserî” de tên lidarxistin didomin. Di çarçoveya kampanyayê de Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê, li taxa Îsepar a navçeya Bismîlê bi welatiyan re hatin cem hev. Di hevdîtine welatî eleqeyekî mezin nişanî çalakiyê dan. Di hevdîtinê de ji parastinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hin beş hatin xwendin.
Piştî xwendinan welatiyan têkildarî rewşa siyaseta rojane, hin nîqaş kirin, firk û ramanên xwe parve kirin. Di çarçoveya kampanyayê de dê li gelek taxên bajar çalakiyên “Xwendinên Azadiyê” bidomin.