NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê rojnamevan Hêro Bahadîn a ku di êrîşa balafirên Tirkiyeyê de li Seyîdsadiq a Silêmaniyê şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Tirkiye li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîteke rojnamevanên kurd bi balafira bûmirov hedef girt. Rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên di wesayîta şîrketa Çatr Production a çapemeniya Başûrê Kurdistanê de bûn, şehîd bûn. Di êrişê de berpirsê Chatr Productionê Rêbîn Bekir jî di nav de 6 kes birîndar bûn.
Cenazeyê kedkara çapemeniya azad Hêro Bahadîn ku ji Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyê hat wergirtin, bi tevlîbûna malbat, dost û gelek xebatkarên çapemeniya azad li Silêmaniyê hat veşartin.