Bayindir: Cihê çareseriya pirsgirêka kurd cem birêz Ocalan e

  • rojane
  • 16:30 24 Tebax 2024
  • |
ÎDIR - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya partiya xwe ya Îdirê de axivî û got: “Bi birêz Ocalan re rûnên û pirsgirêka kurd çareser bikin. Ev wê rê li ber aştî, azadî û wekheviya Tirkiyeyê û kurdan veke.” 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Îdirê 1’emîn kongreya xwe ya awarte bi dirûşma, “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” li dar xist. Kongre li avahiya DBP’a Îdirê pêk hat û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek kes beşdar bûn. Li eywanê pankart hatin daliqandin.
 
Beriya kongreyê endam û rêveberên partiyê di ketina bajêr de Bayindir pêşwazî kirin û berê we dan cihê kongreyê. 
 
Hevserok Keskîn Bayindir bi şermezarkirina qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn dest bi axaftina xwe kir û sersaxiyê ji malbat û gelê kurd re xwest. 
 
Bayindir da zanîn ku ew li her navçe û bajarê bakurê Kurdistanê xebatên rêxistinkirina DBP’ê bi rê ve dibin û got: “Ev rêxistinkirin ji bo azadiya Kurdistanê girîng e. DBP di heman demê nasname, ziman û çanda gelê kurd e. Em ê xwe li her devera Kurdistanê bi rêxistin bikin. Em ê xwedî li ziman, çand û siyaseta xwe derkevin. Me li Îdirê mala xwe DBP’ê vekir û divê ji heft salî heta heftê saliyan her kes li vir be.” 
 
Bayindir destnîşan kir ku ew di qonaxek û dîrokek girîng de derbas dibin û ew li her deverên Kurdistanê bi talan, qetlîam, kuştin û êrişên giran re rû bi rû ne. Bayindir got ku ji Îmraliyê heta kolanên Îdirê li dijî êrişan berxwedanek bêhempa heye. 
 
‘CIHÊ ÇARESERIYÊ CEM BIRÊZ OCALAN E’ 
 
Bayindir anî ziman ku Tirkiye ev 100 sal in bi hemû derfetên di destên xwe de êrişî kurdan dike û li dijî wan şer dike û got: “Di 1920’an de Plana Islahatê ya Şerqê danîn pêşiya xwe. Piştî 100 salan vê carê jî di sala 2014’an de plana têkbirinê danîn pêşiya û vaye 10 sal bi ser re derbas bûn. Îro yên ku xitimîne û têk diçin desthilatdariya AKP-MHP’ê û dewleta tirk bi xwe ye. Gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi tevî dostên xwe ve li dijî her cure êrişan li ber xwe dide û têdikoşe. Li aliyekî şerê giran ê li ser Kurdistan3e didome û li aliyekî jî tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan didin domandin. Bi salan e tecrîd didome. Em wek gelê kurd dibêjin, ‘ev rê ne tu rê ye’. Desthilatdarî bi tecrîdê nikare gavek bi pêş ve biçe. Bi birêz Ocalan re rûnên û pirsgirêka kurd çareser bikin. Bi vî awayî rê li ber aştî, azadî û wekheviya Tirkiyeyê û gelê kurd vekin. Sedemê hemû krîzan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên şer û tecrîdê ne.” 
 
Piştî axaftina Bayindir, Kezban Karasû û Mûrat Yerlîkaya ji bo hevserokatiya DBP’a Bajêr hatin bijartin. 

Sernavên din

25/08/2024
11:13 Hêzên Heşdî Şeebî ji Germiyanê vekişiyan
11:03 Îsraîl ji bo 48 saetan Rewşa Awarte îlan kir
10:40 ‘Serpêhatiya wê ya azadiyê ew hêj bedewtir kir!’
10:05 Der barê sergardiyanê ku îşkence li girtiyan kir de lêpirsîn
09:48 42 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin
09:03 Destvala ji bazaran vedigerin
09:03 Banga kir ku demildest şandeyeke serbixwe biçe Girtîgeha Tekîrdagê
09:02 Nivîskar û çavdarê siyasetê Osman hilbijartin nirxand: Gel li dijî PDK'ê bi bertek e
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2024'AN
24/08/2024
23:45 Li Stenbolê nobeta li dijî qeyûm: Divê her kes dengê xwe bilind bike
19:21 Bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî kirin: Li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin
16:43 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê li dijî êrişan serî netewînin
16:30 Bayindir: Cihê çareseriya pirsgirêka kurd cem birêz Ocalan e
16:20 Bi girseyî serdana şîna ji bo rojnamevan Tara hate danîn kirin
16:02 Li Şirnexê 8 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
15:51 ÎHD: Divê saziyên serbixwe qetilkirina rojnamevanan lêkolîn bikin
15:10 Li sê bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:09 Pêkhateyên Amedsporê: Tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne
14:42 Dewleta tirk li Dihokê jî êrişî wesayîteke sivîlan kir
14:36 Beştaş: Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
14:27 Li Stenbolê ji ber govendê binçavkirin: Zarokek hat berdan, 6 kesan dê bibin edliyeyê
14:14 Zarokên Yaşar ê beriya 30 salan hate windakirin: Em bi te serbilind bûn
13:36 Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê êrişa dewleta tirk şermezar kir
13:22 Emîne Şenyaşar beriya emeliyat bibe: Kurê min berdin
12:57 Li Zarokistan a di dema qeyûm de bêfonksiyon hatibû kirin qeydan dest pê kir
12:45 Bavê Hêro Behadîn: Bi pere û petrola me zarokên me qetil dikin
12:41 ROJIN: Hûn nikarin bi êrişan pêşî li rastiyan bigirin
12:14 Girtî Oztekîn bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Sûlûcayê hate kirin
11:46 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê ragihandina heqîqetê bidomînin
11:01 Xizmên Windayan li aqûbeta windayan û li faîlan pirsîn
11:01 Gundê Ewêna li ber xwe dide: Em zilma DEDAŞ’ê û leşkeran qebûl nakin
10:58 Edhem Barzanî: Bi dagirkeriyê ranewestiyan rojnamevanan şehîd dikin
10:23 Heman dadgehê derbarê du serlêdanên cuda de biryarên cuda dan
10:22 Girtî Ferhat Onkol hat sewqkirin û wî xistin hucreyê
09:53 Welatiyên Amedê ji bo çareseriya pirsgirêkan dawa hilbijartina pêşwext kirin
09:52 Ji TJA'yê li dijî şer banga rêxistinkirinê
09:00 Li ber kamerayan lêxistin û gefa kuştinê lê xwarin!
09:00 Girtiyê ku 30 sal in girtî ye salek e nayê berdan: Em têkoşînê bilind bikin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2024'AN
23/08/2024
23:59 Bayindir ji Botanê bang kir: Em ê bi kurdîtiya xwe bi ser bikevin
23:31 Genç piştî 31 salan li warê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:42 Cenazeyê rojnamevan Hêro Bahadîn hat veşartin
20:39 Ji bo Demîrê mewlûd hat dayîn
20:36 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:33 Bayindir: Taqet di desthilatê de nemaye, serkeftin a gelê kurd e
16:52 DBP: Herêma Kurdistanê bûye sedema kuştina zarokên kurd
16:33 ‘Êrişa li dijî rojnamevanan, terora dewletê ye’
16:32 Ji ciwanan pankarta ‘Jiyan bi kurdî xweş e…’
16:24 MKG’ê û DFG’ê qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin: Bila saziyên navneteweyî peywîra xwe bi cih bînin
15:53 ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafan a 2023’yan eşkere kir: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
15:01 Rêveberê Produksiyona Chatrê: Destek reş ê navxweyî bû sedema şehîdxistina her du rojnamevanan
14:43 Şukru Akbaş piştî 30 salan hat berdan: Têkoşîn berdewam dike
14:42 Têkoşîna Ewênayê DEDAŞ û cendirme dan sekinandin
14:42 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Girtî li erdî radikevin
13:46 Navên rojnamevanên di êrişê de hatin qetilkirin eşkere bû
13:43 Wesayîta hatiye bombebarankirin aydê Şîrketa Çetirê ye
12:35 Xebatên lêgerînê yên Narîna 8 salî didomin
12:34 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Wesayîta rojnamevanan hate bombebarankirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:21 Balafirên şer ên Tirkiyeyê Mawatê bombebaran kirin
10:48 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
10:14 Li ser rêya Kerkuk û Hewlêrê qeza çêbû: 4 kes mirin
10:14 Neteweyên Yekbûyî gendeliyên li Herêma Kurdistanê eşkere kir
10:08 Dr. Polat: Divê li ber vîrusa ‘Sorika Meymûnan’ tevdîr bên girtin
09:49 Namzetbûna Kamala Harrîs bi awayekî fermî hate ragihandin
09:25 Pêkanîna 12’ê Îlonê di dewrê de ye: Li malbata girtî ‘axaftina bi tirkî’ hate ferzkirin
09:21 Jinên li nava zeviyan dixebitin heqê keda xwe nastînin
09:03 Serlêdanên ji bo Xelatên Mûsa Anter didomin
09:01 Tevî biryara DMME'yê jî seta pirtûkan a Abdullah Ocalan nehat dayîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2024'AN
22/08/2024
23:31 Kişanak a ku di Nobeda Şîşhaneyê de axivî: Ev vîn xwedîlixwederketin e
20:09 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
20:05 Dayikên aştiyê hatin bibîranîn: Em ê dest ji doza wan bernedin
20:01 Karkerê muzîka kurdî guhdar kiriye hate girtin
17:05 Tirkiyeyê gundekî Şarbajêrê bombebaran kir
16:32 Serdana şîna Demîr bi girseyî hate kirin
16:26 Laçika kesk û sor û zer a li serê wê sûc hate hesibandin
16:15 Çalakiya Malbata Şenyaşar: Dê bi serokkomar re hevdîtin were plansazîkirin
16:13 Bertekê nîşanî Mansûr Yavaş da: Hûn şaredarê kujerên sewalan in?
15:25 DEM Partiyê rewşa girtiyên nexweş Aktaş û Kûday anî rojeva Meclisê
15:17 Jinan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Îranê
14:47 Îtîraz li rapora pisporan a şewatê hate kirin: Tê xwestin ku dosya bê girtin
13:40 DEM Partî di 1’ê Îlonê de li dijî şer û tecrîdê aştîxwazan vexwend qadan
12:40 Li Mêrdînê DEDAŞ’ê bi leşkeran re bi ser bajarok de girtin
12:33 Tirkiyeyê avahiya Asayîşa Qamişlo bombebaran kir
12:14 Ji Weşanên Aryenê du pirtûkên kurdî derçûn
11:28 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:42 Alimê olê Pênciwênî: Tirkiye êrişên komkujiyê pêk tîne
10:10 Ji bo berdana girtiyê 30 salan astengiya ‘poşmaniyê’!
09:48 Xizmên girtiyan: Heya tecrîd ranebe wê tu tişt çareser nebe
09:44 Xwendinên Azadiyê: Xweparastin û tecrîd hatin nîqaşkirin
09:43 Ji jinan bertek: Feraseta Bûdak netehemulkirina hevserokatiyê ye
09:42 ‘Ji bo berdanê ne sûc kes girîngtir in’
09:05 Îdianameya govendê hat amadekirin: We govend gerand?
09:02 Li dijî talana ekolojiyê bang kirin: Berê xwe bidin Şirnexê
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2024'AN
21/08/2024
21:17 Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan jiyana xwe ji dest da
21:16 Li Şirnexê çalakiya 'Xwendina azadiyê'
21:12 Malpera Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:30 Êrişa li dijî bijîşk hatiye kirin hate şermezarkirin