STENBOL- Agahînegirtina ji Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê girtin, ket meha 42'yemîn. Di vê pêvajoyê de 587 serlêdanên ji bo hevdîtinê yên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bê encam man.
Rewşa agahînegirtinê ya ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, ket meha 42'yemîn. Cara dawî parêzerên wî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Abdullah Ocalan herî dawî di 3'yê tebaxa 2020'an de rû bi rû hevdîtin bi malbata xwe re pêk anî. Hevdîtina bi rêya telefonê ya dawî ya Abdullah Ocalan ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir, di 25'ê adara 2021'ê de bû. Piştî vê tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bilî Abdullah Ocalan, 42 meh in tu agahî ji girtiyên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî nayê girtin.
587 SERLÊDAN BÊ BERSIV MAN
Tecrîda mutleq a ku di lîteratûra hiqûqa navneteweyî de wekî "incommunicado" tê binavkirin dewam dike û bi vê re hewldanên parêzer û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî dewam dikin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin. Ji 25'ê adara 2021'ê û vir ve tu hevdîtin bi Abdullah Ocalan re nehatine kirin, lê 405 serlêdanên parêzeran û 182 serlêdanên malbatê yên ji bo hevdîtinê hatin kirin. Lê belê ev serlêdan an bêbersiv hatin hiştin an jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” yên sedema wan nehatin diyarkirin hatin redkirin.
KESÊN XELATA NOBELÊ GIRTIN BANG KIRIN
Hewldanên navneteweyî yên li dijî agahînegirtina ji Îmraliyê didome. Di 10’ê cotmeha 2023’yan de bi pêşengiya rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên ji 74 welatan bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” kampanya hat destpêkirin. Li aliyê din 69 kesên Xelata Nobelê wergirtine, name Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Komîteya Mafên Mirovan (OHCHR) û NY'yê re name nivîsandin. Heman kesan piştre ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan nameyek ji Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan re nivîsandin. Di nameya ku ji Erdogan re hat şandin de, banga serbestberdana Rêberê PKK'ê û bi awayekî aştiyane çareserkirina meseleya kurd hat kirin.
Li aliyê din Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWE KE) biryara "binpêkirinê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku di sala 2014'an de der barê cezayê muebetê yê girankirî yê Abdullah Ocalan de red kiribû, piştî 3 salan careke din xist rojevê. Beriya civîna Komîteya Wezîran, ku wê di navbera 17-19'ê Îlonê de bê lidarxistin, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Di Pergala Înfaza Ceza de Civaka Sivîl (CÎSST) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV) jî ji komîteyê nivîsandin. Di danezanê de biryara DMME'yê hat bibîranîn û hat xwestin ku ji Tirkiyeyê bê xwestin ku guhertinên qanûnî yên pêwîst bike.
SERLÊDANA PARÊZERAN A LI CPT'YÊ
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî ji bo muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan. Di raporê de ku geşedanên di navbera 1'ê gulanê û 30'yê tîrmeha 2024'an de cih girtin, parêzeran bal kişand ser pêvajoya ku ji bo Îmraliyê nehatiye sepandin di demeke nêz de li Azerbaycanê hatiye sepandin û hat xwestin ku demildest serlêdaneke ad hoc (xweser) li Îmraliyê bê kirin.
JI DEM PARTIYÊ SERLÊDAN
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê û Serokkomariyê da. Wekîlê DEM PArtiyê Ocalan ku bi rêya faks û posteyê serî li Sekreteriya Giştî ya Serokkomarê da, bal kişand ser binpêkirina mafê hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Abdullah Ocalan re.
MA / Îbrahîm Irmak