ÊLIH - Kekê Gulistan Tara ku piraniya jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê veqetandiye, Ahmet Bulent Tekîk, wiha got: “Heta 16 saliya wê em pê re man. Serpêhatiya wê ya azadiyê ew veguherand miroveke hin bedewtir.”
Dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe bi SÎHA’yê êrişî wesayîta ku rojnamevanan tê de bûn kir û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin. Serdanên şîna ku li mala malbata Tara ya Êlihê duh hatibû danîn bi awayekî girseyî didomin. Li bajarê ku Tara jê dayik bû ji bilî şîn û xemginiyê biryardariya wê ya têkoşînê ma.
Tara weke zaroka 8’emîn a malbateke ku 10 zarokên wê hene di 24’ê çileya 1983’yan li Êlihê hate dine. Berî ku ew ji dayik bibe, bav Mehmet Şirîn Tekîk, di dema Darbeya Leşkerî ya 1980’yan de hate binçavkirin û li Fermandariya Rêveberiya Hişk a Sêrtê îşkenceyeke giran lê hate kirin. Serdemeke ku cînayetên kontrgerîla hêdî hêdî zêde dibûn bû. Bavê Tarayê Tekîk, peywîrdarê cemaweriyê yê beriya salên 1990’î cara ewil ji Kurdistanê hate sirgunkirin bû. Bav Tekîk, di sala 1991’an de sirgunî Kirşehîrê hate kirin. Tiştên bi serê malbatê hatin bandor li ser welatparêziya di malbatê de kir. Tara ya li Taxa Kulturê ya Êlihê dest bi dibistana seretayî kir, heta pola duyemîn a lîseyê dixwîne. Ji bo Tarayê xala werçerxê dibe pêvajoya hevdîtinê ya bi xwişka wê Ulkem Îsen a li Girtîgeha Sêwazê de dihate ragirtin re. Tara ya wê demê hêj 13-14 salî bû, ji hevdîtinên bi xwişka xwe re kirin gelek bi bandor dibe. Tara ya xwedî kesayeteke nayîf û xêrxwaz bû di 14-15 saliyên xwe de dest bi xwe naskirina xwe dike. Ev serdem serdemeke ku nasnameya jinê jî derdikeve holê ye. Tara ya hem li ser nasnameya kurdbûnê hem jî li ser nasnameya jinê disekinî lêkolînan dike û dixwîne.
NASNAMEYA WELATPARÊZIYÊ YA JI ZAROKATIYÊ DEST PÊ KIR
Tara, ya tiştên li welat û axa jê dayik bûye qewimîn û serdanên girtîgehê hewl dida di kesayeta xwe de aşkere bike, hemû geşedan ji rojnameya Ozgur Gundemê şopandin. Tara bi taybetî rûpelên rojnameyê yên çand û hunerê û nûçeyên şehadete bi eleqeyeke zêde dixwîne. Eleqeyeke mezin dide romanên Yaşar Kemal. Tara ya ku di vî temenê de xwe de bi kekê xwe yê li Zanîngeha Dîcleyê dixwend re dest bi çûn û hatine Partiya Demokrasiyê (DEP), Partiya Demokrasiya Gelan (HADEP) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kir û dest bi tevlibûna xebatên çandî ya weke şano û skeçê bû. Di nav hin xebatên ÎHD’ê de cih girt. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 15’ê sibata 1999’an de bi komployeke navnetewî radestî Tirkiyeyê tê kirin. Vê yekê weke her kurdekê/î bandor li Tarayê jî dike û dest bi dîtina rêya xwe dike. Tara ya di 29’ê gulana 1999’an de xwe ji lîstika şanoyê ku da bi kekê xwe re pêşkeş bike amade dikir, li pey xwe re nameyek şand û dest bi rêwitiya Çapemeniya Azad kir.
‘SERPÊHATIYA WÊ YA AZADIYÊ EW BEDEW KIR’
Kekê Tara’yê Ahmet Bulent Tekîk, diyar kir ku xwişka wê piştî serpêhatiya bi wan re, dest bi serpêhatiya azadiyê kir. Tekîk, têkildarî xwişka xwe ev tişt gotin: “Dema me hevalên wê yên xebatkarên çapemeniyê guhdar kirin me dît ku xwebûna xwe çiqas mezin kiriye û bihêz kiriye. Em pê serbilind bûn. Heta 16 saliya wê em pê re man. Lê me dît ku serpêhatiya wê ya azadiyê ew veguherand miroveke hin bedewtir. Wê gelek ji kenê hez dikir. Miroveke bedew bû. Em bi wê û hevala wê ya pê re şehîd ketî re serbilind in. Çapemeniya Azad qadeke ku di derketina rastiyan û heqîqetê bandoreke wê ya mezin heye. Ew jî ji bo daxwaza xwe ya cîhaneke xweşiktir dest bi rêwitiya Çapemeniya Azad kir. Em wiha difikirin. Êşa me mezin e lê em xwişka xwe jî weke 40 hezar mirovên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane dibînin. Dema min nûçeya wê ya şehadetê wergirt min got ‘dixwazim bigirîm lê şerm dikim ku bigirîm.”
MA / Şîlan Çîl