STENBOL - Bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" siyasetmedarên kurd, rojname û rojnamevan jî di nav de gelek hesabên X'ê hatin astengkirin.
Bi biryara Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Gumuşhaneyê, siyasetmedarên kurd û rojnamevan jî di nav de 82 hesabên X'ê (Twitter) hatin astengkirin. Di biryarê de hat îdiakirin ku hesabên navborî "prpagandaya rêxistinê" kirine.
Di nav hesabên hatin astengkirin de hesabê Rojnameya Yenî Yaşamê û Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu û rojnamevan Denîz Tekîn, Oznûr Deger, Berçem Mordenîz û Amberîn Zamanê jî hene.