AMED - ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên mafan ên girtîgehên li herêma Serhedê û Behra Reş qewimîne eşkere kir û di raporê de hat destnîşankirin ku divê tecrîd di “kategora cezayê li dijî rûmeta mirovahiyê” were nirxandin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê serdana 8 girtîgehên li herêma Serhedê û Behra Reş kir. Serdana ÎHD’ê di navbera 30’ê tîrmehê û 3’yê tebaxê de pêk hat. Serdan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzînganê, Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê, Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê, Girtîgeha Jinan a Erzînganê, Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê, Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuya Trabzonê, Girtâigeha Tîpa L a Espiyeya GîresÂunê, Girtîgeha Tîpa M a Baybûrdê pêk hat. Komîsyona Girtîgehan a Amedê têkildarî serdana van girtîgehan raporek amade kir.
Rapora ku hat amadekirin li avahiya ÎHD’a Amedê bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re hat eşkerekirin.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş raporê xwend û destnîşan kir ku gelek girtî bêyî ku li cezayên wergirtine bi awayekî li dijî mevzuatê di hucreyê de tên ragirtin.
Binpêkirinên li girtîgehan qewimîne wiha hatin rêzkirin:
“* Girtî di ketina girtîgehê de bi ‘lâegerîna tazî’ re rû bi rû tên hiştin. Girtî lêgerîna tazî qebûl nakin vê carê jî bi heqaretan re rû bi rû dimînin û rojek du roj di odeya muşahedeyê de hatine ragirtin.
* Di pirtûkên ku ji girtiyan re tên şandin bi hinceta ku îfadeyên wek ‘kurd, Kurdistan, kurdî, demokrasî’ hene nedane girtiyan.
* Gelek rojname û qenalên televîzyonan ji aliyê îdareyê ve li girtiyan hatine astengkirin.
* Girtî ji ber ku li girtîgehan tev li çalakiya bi daxwaza rakirina tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd bûne lêpirsînên disiplînê der barê girtiyan de hatine destpêkirin û hin cezayên disiplînê dane.
* Girtî dema ji hucreyan an jî odeyên yek kesî tên derxistin bi amûra dedektorê li ser wan û pêlava wan tê lêgerînkirin.
* Di ketinên nîvîngeh, daşir ku wek qadên taybet ên girtiyan tên zanîn û li hewşa bêhnvedanê sîstema kamerayan hatiye bicihkirin.
* Nameyên girtiyan ku têde qala binpêkirinên mafan ên diqewimin tên kirin nagihîjin muxatabên xwe.
* Zihayê hevdîtina bi telefonê hatine zêdekirin. Her wiha ji bo girtiyên ne hemwelatiyên Tirkiyeyê ne jî hevdîtina telefonê ya 10 deqîqeyan ji 10 lîreyan derxistine 330 lîreyî.
* Girtiyên ku berê tev li çalakiya greva birçîbûnê bûne, wan xistine hucreyê û cezayên disiplînê yên wek agahînegirtinê û ragihandinê li wan hatiye birîn.
GIRTÎGEHÊN JINAN
* Korîdorên qawîşan sibehê saet ji 08.00’an tê vekirin, heta êvarê saet 22.00’an bi hinceta boriyên gaza xwezayî tên radan û li qada hevpar a qawîşê televîzyon nîne.
* Li qada hevpar, li hewadariyê û li korîdaran kamera hatine bicihkirin û destûr nayê dayîn ku girtî saetên destan bikar bînin.
GIRTÎGEHA TÎPA L A ESPIYEYA GÎRESÛNÊ
Li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê bi 8 girtiyan re hevdîtin hatiye kirin û li gorî beyanên girtiyan tespîtên hatine kirin wiha ne:
* Desteya Îdare û Çavdêriyê pirsên wek, ‘Tu poşmanî? Gelo PKK rêxistina terorê ye? Çima tu ne li qawîşa kesên serbixwe yî? Çima tu tev li çalakiya greva birçîbûnê bûyî? Çima cezayê disiplînê li te hatiye birîn? Tu der barê Abdullah Ocalan de çi difikirî?’ hatine pirsîn û înfaza wan hatiye dirêjkirin.
* Dema ku girtiyan dibin nexweşxaneyê ‘kelemçeya cot’ li wan tê ferzkirin û ji ber vê yekê girtî tenê di rewşên lezgîn de diçin nexweşxaneyê.
* Ava şebekeye nayê vexwarin û gelek caran jî ev av gemarî diherike ku girtî nikarin pê serê xwe bişon.
* Girtiyên ku vejetaryen in û nexweşiya diyetê bi wan re heye, daxwazên wan nayên bersivandin. Girtiyên polîtîk û girtiyên edlî di heman blokan de tên ragirtin, daxwaznameyên gilîkirinê yên girtiyan radestî muxatab û saziyên pêwendîdar nayên kirin.”
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI DIJÎ GIRTIYÊN JIN
Demîrtaş ê giliyên girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê tên ragirtin rêz kirin, wiha got: “Li odeyeke biçûk ku tuwalet, serşok û mutbex di nava hev de ne 12 jin tên ragirtin û pêdiviyên xwe yên taybet ên weke pedên hijyenîk nikarin pêşwazî bikin. Sewqên nexweşxaneyan 5-6 mehan tên derengxistin. Di dema mûayeneyê de kelemçe nayên vekirin û girtî bi awayekî kelemçekirî tên mûayenekirin. Tevî ku girtî ne jî hin girtiyan têxin hucreyan. Ji aliyê şandeya me ve hate tespîtkirin ku girtiyên cezayê muebeda giran ê hefsê wernegirtine jî bi tena serê xwe tên ragirtin û ev yek binpêkirina îşkence û mûamaleya xerab e. Li odeyên girtiyan her tim lêgerîn tên kirin. Dema lêgerînan de ode tên belavkirin, bi awayekî keyfî tiştên kesayetî tên desteserkirin. Tiştên kesayetî yên hatine desteserkirin piştî çend mehan tên dayîn. Di dema lêgerînan de gardiyan heqaretê li girtiyan dikin. Her wiha pirsgirêkeke ku ji şandeya me re hatiye ragihandin jî kamerayên ku li odeyan bi awayê ku cihan dibîne hatine bicihkirin in. Pêkanînên heyî binpêkirinên kronik ên beriya niha jî ji aliyê me re hatine ragihandin. Ji aliyê şandeya me ve hate tespîtkirin ku qedexeya mûameleya nebaş û mafê rêzgirtina li jiyana taybet a girtiyan hatiye binpêkirin.”
Demîrtaş, ragihand ku li hemû girtîgehên ku serdana wan kirine, rojnameyên mûxalîf bi awayekî keyfî nadin girtiyan, tiştên li kantînan tên firotin jî gelek bihane û wiha got: “Girtiyan bi lêv kirin ku tiştên li kantînê bêkalîte ne û cureyên wan kêm in. Dîsa li odeyan bedelê bikaranîna ceyrana hate bikaranîn bilind e, ev bedel ji pereyê ku ji aliyê malbatên girtiyan ve tên razandin tê birîn. Ev xisûs, pirsgirêkên ku hema bêje li temamê girtîgehên Tirkiyeyê didominin. Girtiyan diyarkirin ku di dema lêgerîna odeyan, derketina hevdîtinê û revîrê de rastî mûameleya nebaş tên û dema hejmartinê de hejmartina li ser piyan li wan tê ferzkirin. Hate dîtin ku ev pêkanîn qedexeya mûameleya nebaş bin pê dikin.”
PÊŞNIYAR HATIN RÊZKIRIN
Demîrtaş pêşniyarên ku ji bo 8 girtîgehan amade kirine wiha rêz kir:
“*Divê tecrîd û îzolasyona li dijî girtiyan wek îşkence tê sepandin, demildest were rakirin. Divê sepanên wek ‘Qanûnên Mandela’ tên qebûlkirin werin sepandin, girtîgeh li gorî mafê mirovan ên gerdûnî û hiqûqê were sererastkirin.
* Divê bandora neyînî ya tecrîdê ku ser girtiyan wek fîzîkî û derûnî ava dike, berçav were girtin, sepanên derveyî rûmeta mirovahiyê wek ‘zalîmane, muamileyên derveyî mirovahiyê û biçûkxistinê’ werin qebûlkirin.
* Divê li gorî rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropoayê ya di sala 2011’an de ji bo mafê suhbetê ji girtîgehan re amade kiriye, were sepandin.
* Divê mafên tenduristiyê yê girtiyan werin pêkanîn, xizmetên pêşî li nexweşiyan digirin werin sepandin, dema sewqkirinê de sepanên ‘cot kelemçe’ û ‘lêgerîna dev’ werin bidawîkirin.
* Divê girtiyên nexweş ên giran demildest werin berdan û rê li ber dermankirina wan were vekirin. Girtiyên nexweş jî divê demildest werin dermankirin.
* Divê sewq û dermankirina girtiyên dîsa di dema xwe de were kirin, Wezareta Tendurstiyê divê di vê hêlê de xebatekê bide destpêkirin û kesên rewşa wan nebaş zûtirîn werin sewqkirin û dermankirin.
* Divê daxwazên sewqa girtiyan ya nêzîkî malên wan werin qebûlkirin, sewqên wan ên nexweşxanyên nêz werin qebûlkirin, sepanên derveyî rûmeta mirovahiyê û wan biçûk dixin divê werin bidawîkirin.
* Divê girtî di odeyên yekkesî de neyên ragirtin.
* Divê sepanên bêyî pîvan mudaxile li jiyana wan a taybet dikin werin bidawîkirin, tiştên wan neyên belavkirin, dest nedanin ser tişt û pirtûkên wan û di demekî nêz de tiştên ji wan hatine stendin bidin wan.
* Divê li hember mafê mehremiyata girtiyan re rêz were girtin, kamerayên jiyana wan a taybet qeyd dikin divê demildest werin rakirin.
* Divê biryarên astengkirina mafên wan ên agahîstenê were sepandin, pirtûk, kovar û rojnameyên li wan hatine qedexekirin, bidin wan û cihêkarî li wan neyê kirin.
* Divê rojnameyên ew dixwazin bidin wan, kanalên televîzyonê yên ew dixwazin li televîzyonê werin zêdekirin, daxwaza wan a radyoyê were qebûlkirin.
* Herwiha di çarçoveya mafê daxwazname û agahîstendinê de daxwazname û nameyên wan werin şandin, heke giliyekî wan hebe, derbarê daxwaznameya wan de ji wan re agahî were dayîn.
* Divê girtî mafên xwe yên qanûnên heyî û navneteweyî digirin, bêyî cihêkarî sûdê bigirin. Dîsa divê mafê wan ên çalakiyên civakî û çandî werin qebûlkirin û bên sepandin.
* Xwarinên didin girtiyan wek fêde kêm in, nikarin girtiyan têr bikin û pêdiviyên wan ên rojane nabersivînin. Divê xwarin têrî girtiyan were dayîn. Herwiha mafê ava paqij a girtiyan jî were pêkanîn. Ev maf hewcehiya parastina menewiyata wan e jî.
* Divê bihayê tiştên li kantîna girtîgehê tên firotin li gorî bihayê piyasê bin û cureyên wan werin zêdekirin. Divê kantîn ne li gorî karkirinê, li gorî hêza stendinê bihayê wan werin diyarkirin.
* Divê cezayên ji ber boykotkirinê dane girtiyan rakin, sepanên astengkirina mafan ên girtîgehê dawî bibin. Herwiha divê sepanên tecrîd û îzolasyonê yên ser girtiyên didin sepandin werin dawîkirin.
* Girtiyên ji ber sûcên cuda di heman korîdorê de tên ragirtin ji bo girtiyan metirsiyê ava dike. Divê îdare sererastkirinên hewce pêk bîne û dawiya van sepanan bîne.”