AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de axivî wiha got: “Kesên dixwazin li wêneyê Tirkiyeyê binêrin bila li Îmraliyê binêrin. Bêhiqûqî li wir e, li Îmraliyê aştiya birûmeta a tê xwestin heye. Birêz Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere.”
Li Amedê di pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de meş hate lidarxistin. Hêzên Ked û Demokrasiyê li ber AZC Plaza ya li ber Semta Ofîsê ya girêdayî navçeya Yenîşehîrê hatin bahev. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên li bajêr, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî beşdarî meşê bûn.
CIL Û BERGÊN KURDÎ HATIN ASTENGKIRIN
Polîsan destûr neda pankarta li qadê hate vekirin. Saziyên ziman û çandê jî pankarta “Hunera me hebûna me ye” vekir. Di ketina qadê de jinên ku cil û bergên herêmî yên xemrî li xwe kirin û hin kesên cil û bergên kurdî li xwe kirin negirtin hundir. Piştî hevdîtinên hatin kirin, jin girtin qadê, bi hinceta li ser cilên zilaman “apolet” heye zilam hatin astengkirin. Welatiyan li dijî helwesta polîsan cilên xwe ji ber xwe kirin û berovajî li xwe kirin û tev li meşê bûn.
DAYIKÊN AŞTIYÊ JI MEŞÊ RE PÊŞENGTÎ KIRIN
Di meşa ku Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî beşdar bûn de, sekînina girseyî ya demekî dirêj a ji aliyê polîsan ve bi çepikan hate protestokirin. Piştî muzakereyên hatin kirin Dayikên Aştiyê yên bi laçikên xwe yên spî li herî pêş bûn bi pankarta ku kurdî û tirkî li ser “Azadî û aştî nikare were tecrîdkirin” dest bi meşê kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi pankarta “Jin di aştiyê de bi israr in” meşiyan.
BI DIRÛŞMA ‘BIMRE KOLETIYÊ’ MEŞIYAN
Platforma KESK’ê ya Amedê bi pankarta “Em teslîmî şer, xizanî û mêtîngeriya kedê nabin, aştiyê dixwazin” tev li meşê bûn. Di meşê de dowîzên “Bijî aştî” hatin hilgirtin. Di dema meşê de her tim dirûşmên “Berxwedan jiyan e” , “Bimre koletî, bijî aştî” , “Li derve li hundir tecrîdê perçe bike” û “Ji şer re na, berî her tiştî aştî” hatin berzkirin.
KOÇAK: YA KU DIVÊ BÊ GUHERTIN DESTHILAT E
Girseyê meşa xwe li Qada Şêx Seîd bi dawî kir. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak anî ziman ku kedkarên xizan, gelên tune tên hesibandin û ciwan bi hev re aştiyê diqîrin û wiha got: “Hemû gel aştiyê dixwazin. Heke îro xizaniyek hebe, îro kedkar neçar bimînin ku di bin sînorê xizaniyê de bijîn, ciwanên me bi torpîlên di bin navê mulakatê de pêşeroja xwe winda bikin sedemê vê desthilata ku polîtîkayên xwe yên şer didomîne ye. Ya ku divê bê guhertin ev desthilat e. Bijî aştî.”
Piştî Koçakê parlamentera DEM Partiyê Adalet Kayayê, peyama aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan a dîl girtî ku bi rêya parêzerên xwe di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji Dayikên Aştiyê re şand xwend.
GOKKAN: EM LI DIJÎ ŞER Û TECRÎDÊ NE
Ayşe Gokkan di nameya xwe de da zanîn ku hemû jiyana dayikên aştiyê bi têkoşîna aştiyê û avakirina civakeke azad derbas bûye û got: “Em li dijî şer û tecrîdê ne. Em girtiyên jin yên têdikoşin li hember têkoşîna dayikên aştiyê rêzdar in. Em deyndarên we ne û wê laçikên we yên spî li erdê nemîne. Bila 1’ê îlonê pîroz ve. Bila bibe hêviya aştî û azadiyê.”
TAŞKIRAN: EM Ê SERBIKEVIN
Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran jî wiha axivî: “Em di rojeke ku Îsraîla Siyonîst 40 hezar filistînî qetilkirin de qala aştiyê dikin. Em li Kurdistanê di demên ku dagirkerî û komkujî li me tê ferzkirin qala aştiyê dikin. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku encax têkoşîna yekgirtî ya bindestan dikare aştî û azadiyê bîne. Heta ku wekhevî çênebe xwişk û biratî çênabe. Heta ku azadî nebe nikarin ji vê re bêjin aştî. Heta ku em ji bo azadiyê netêbikoşin em ê koletiyê qebûl bikin lê me qebûl nekir. Weke hevrê û gelên xwe yên li her qadên têkoşînê li ber xwe didin, em ê bi têkoşîna xwe ya yekbûyî re azadî û aştiya bi rûmet bi ser bixînin. Em bang li her kesî dikin: Yên ku gelên din biçewisînin nikarin li cîhaneke adil bijîn. Em hewl didin her kesî li dijî vî şerê qirêj bi hev re têbikoşin û dengê dayikên kurd bidin bihîstin. Aştî û azadî dê wiha were. Em ê serbikevin.”
ÛÇAR: KUŞTINA ROJNAMEVANAN SÛCÊ ŞER E
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a pişt re axivî, roja aştiyê ya cîhanê li gelan pîroz kir. Ûçar a her du rojnamevanên kurd ên di êrişa dewleta tirk de hatin qetilklirin bi bîr anîn û wiha got: “Rojnamegeriya kurd li her derê nîşanda ku çawa tê nivîsin. Hûn nikarin bi kuştinê kurdan biqedînin. Hevalên me li ku derê dibin bila bibin wê rastiyê binivîsin. Hûn bi van êrîşan nikarin gelê kurd bitirsînin. Ti derew, operasyon û êrîşên we nekarîn vê rastiyê biguherînin û wê nikaribin biguherînin. Kuştina rojnamevanan sûcekî şer e. Rojnamevan ji bo ku rastiyan dinivîsîn tên qetilkirin.”
‘TEVÎ ZILMÊ GELÊ KURD DIBÊJE AŞTÎ’
Ûçar da zanîn ku pêvajoya aştiyê dikare bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bê meşandin û wiha berdewam kir: “Gelê kurd bêdeng nebû, nesikînî. Tevî zilmê jî got aştî. Tu hêz nikare vê bide rawestandin. Em ê bersivê bidin kesên ku nahêlin gelê Kurd li erdnîgariya xwe ji bo aştiyê bimeşin. Yên ku nikarin bibin neynûka gelê kurd, nikarin wan bitirsînin. Jinên kurd, ciwanên kurd, gelê kurd li ser piyan e. Ji bilî Plana Şark İslahatê tiştekî din di destê we de nîne. Tenê polîtîkayên şer hene. Hûn siyasetê nakin. Hûn desthilateke ku aboriyê tenê li ser şer û mirinê ava dikiln û tenê mayîne ne. Kesên ku tehamulî zimanê gelê kurd nakin nikarin gotinekê ji me re bêjin. Tehamulî nivîsa ‘Pêşî peya’ nekirin. Bi zimanê me yê dayikê li dijî çanda me şer îlan dikin.”
‘BIRÊZ OCALAN LI SIYASETMEDARÊN WÊREK DIGERE’
Ûçar, bi lêv kir ku xizanî ewqas zêde bûye ku mirov bi polîtîkayên şer re întîhar dikin û wiha got: “Ji niha û pê ve siyaseteke bi vî rengî nîne. 25 sal in li Îmraliyê tecrîdê dikin. Kesên dixwazin li wêneyê Tirkiyeyê binêrin bila li Îmraliyê binêrin. Bêhiqûqî li wir e, li Îmraliyê aştiya birûmeta a tê xwestin heye. Birêz Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere. Em li vir qala nirxên gelê kurd dikin. Desthilat bi têgeha ‘terorê’ hewl dide civakê bêdeng bike. Em bêdeng nebûn û em ê bêdeng nebin jî. Her kesek ji me heta ku aştiyeke birûmet neyê avakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.”
Mitîng piştî govenda hate gerandin bi dawî bû.