DÊRSIM - Li Dêrsimê wesayîta leşkerî di kendalekî de firiya, 4 leşker mirin.
Wesayîta leşkerî ya zirxî ya Fermandariya Cendermeyan a Bajêr ku li herêma Karaoglan a di navbera navçeyên Xozat û Pulurê yên Dêrsimê de ji kontrolê derket di kendalî de firiya.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, ragihand ku di encama qezayê de çar leşker mirine.