AGIRÎ - Şaredariya Agiriyê ya DEM Partiyê di pêvajoya 5 mehan de pirsgirêkên bajêr ên li ber çavan yek bi yek çareser kirin. Şaredariya ku li gorî daxwazên gel plansaziya xwe çêdike, amadekariyan dike ku Navenda Çandê ya Ehmedê Xanî veke.
Şaredariya Agiriyê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de tevî texrîbata di serdema qeyûm û AKP’ê de xebatên xwe bênavber didomîne. Rêveberiya DEM Partiyê çawa hate ser peywîrê dest avêt pirsgirêkên herî girîng ên bajêr. Bi kampanyaya paqijiyê girên çopî yên li hin noxteyên bajêr yek bi yek hatin rakirin. Ji bo ku pêşî li qirêjiyê bê girtin li her derê konteynirên çopî yên nû hatin danîn.
Tevî deynên ji serdema AKP’ê man jî makîneyên kar ên nû hatin peydakirin û rêyên ku bi salane nehatine çêkirin, hatin çêkirin. Heta niha xebatên 30 kîlometre asfalta germ, peya rê û refuja navîn hatine kirin. Tamîrkirin û lênêrîna 17 parkan hate kirin. Qada çopî ya berê weke qada nû ya seyranê hate sererastkirin. 3 parkên nû hatin çêkirin û çêkirina 7 parkan jî didome. Li herêmên ku qenalîzasyon nînin xetên nû hatin çêkirin, zêdetirî xetên avê hatin nûkirin.
SERDEMÊN QEYÛM Û AKP’Ê
Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkûş, ê gelek caran xebatan di cih de dişopîne, anî ziman ku di xebatên ku dikin de piştgiriya herî mezin ji gel digirin. Akkûş, da zanîn ku di serdema qeyûm û AKP’ê ya 8 salan de bajêr “veguherandiye gundekî mezin” û wiha got: “Piştî ku di sala 2014’an de qeyûm hate tayînkirin gelek projeyên DBP’ê di nîvî de man. Di sala 2019’an de jî AKP’ê qezenc kir û bajêr anî asta ku mirov nikarin lê bijîn. Dema hatin ser peywîrê bajarekî ji nelirêtiyan westiyayî hebû. Binesazî û seravayiya bajêr têk çûyî bû. Mirov ji ber heriyê nedikarin biçin malên xwe. Di serdema AKP’ê û qeyûm de Agirî 20 salan bi paş ve çû. Feraseteke ku mirov kêmî xwe didîtin û bi pirsgirêkên wan ve eleqedar nedibû bajêr bi rê ve dibe. Rêveberiyeke ku li ser cadeyan bi çekan digeriya hebû. Gelê Agiriyê ev rewş qebûl nekir.”
XEBATÊN KU HATIN KIRIN
Akkûş, anî ziman ku di pêvajoyeke zêdetirî 5 mehan de gelek kar bi cih anîne û wiha berdewam kir: “Em bi hevalên xwe yên li şaredariyê re hatin bahev û bi awayekî kordîneyî plansazî çêkir. Me ewilî dest bi xebatên binesaziyê kirin. Paqijî pirsgirêkeke cidî bû û me dest bi wê jî kir. Me du mehan tenê ji navenda bajêr çop avêt. Makîneyên kar ên Îdareya Taybet a Bajêr dabûn AKP’ê hebûn, dema me rêveberî bi dest xist bi paş ve girtin. Me gelek wesayîtên kar wergirtin û li filoya xwe zêde kirin. Me xebatên asfalta germ kirin. Me hezar û 500 dar çandin. Me ji 7 hezar xaniyan re av bir. Me di mijara veguhestin û paqijiyê de pirsgirêk çareser kir. Projeya me ya qada bajêr heye û em plan dikin ku wê pêk bînin. Em ê di mehên payîzê de jî parkên din vekin.”
XEBATA BI GEL RE
Akkûş, anî ziman ku daxwazên gel li ber çavan digirin û plansaziya xwe li gorî wê çêdikin û ev tişt gotin: “Em karên xwe bi şêwra gel, nîqaşê û biryara hevpar digirin. Gel ji bo ku xwe bi xwe bi rê ve dibe keyfxweş e. Em ê ji niha şunde jî karên xwe bi rê ve bibin. Heta ku gel li cem me bisekine, ez bawer dikim ku em ê hemû zor û zehmetiyan derbas bikin.”
NAVENDA ÇANDÊ YA EHMEDÊ XANÎ
Akkûş, da xuyakirin ku di destpêka pirsgirêkên bingehîn ên bajêr de gavên ku di warê ziman û çandê de nehatine avêtin in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkildarî çand û ziman gelek projeyên me hene. Em ê Navenda Çandê ya Ehmedê Xanî ava bikin. Dê di hundirê wê de qursa ziman, muzîk, pirtûkxane, mala dengbêjan, atolyeya jinan û dersxane hebin. Me di mijara cih de gav avêt. Xebatên teknîkî û îdarî didomin. Ji bo vê pêdiviya me bi hinek demî heye. Hedefa me di heman demê de kurdî ye. Zimanê dayikê yê vî gelî ji sedî 99 kurdî ye. Em ê wate û girîngiya ziman esas bigirin.”