Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin

WAN - ARSÎSA’yê amadekariyên xwe yên ji bo serdema nû bi dawî kirin û dest bi wergirtina şagirtan kir. Perwerdekarê ARSÎSA’yê Şevket Acar, diyar kir ku ji asta destpêkê heta ya mamsotetiyê kursên wan hene û ji bo parastina kurdî banga tevlibûna dersan kir.

Nûnertiya Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA’yê ya li Navenda Wanê amadekariyên xwe yên ji bo serdema nû xelas kirin. Komele, dê di astên destpêk, yekemîn, duyemîn, sêyemîn û mamostetiyê de perwerdehiya zimanê kurdî rû bi rû bide. Ji bo destpêkirina dersan demekî diyarkirî nîne, dema pol gihiştin hejmara herî kêm, dê dest bi perwerdehiyê bê kirin. Heta niha gelek ast gihiştine hejmara herî kêm û tê payîn ku çend pol di nava vê hefteyê de vebibin.
 
ARSÎSA SAZIYEKE ÇAND, ZIMAN Û HUNERÊ YE
 
ARSÎSA saziyeke çand, ziman û hunerê ye û armanca vê saziyê parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî ye. Di sala 2016’an de saziyên çand, ziman û hunerê yên kurdî hatin girtin, lê di sala 2017’an de dîsa li Wanê saziya ziman hat vekirin û di sala 2019’an de jî navê wê weke ARSÎSA'yê hat guhertin. Ji 2019’an û vir ve ARSÎSA xebatên xwe yên çand, huner û ziman didomîne. Her wiha ARSÎSA, qeydên kesên ku bixwazin zimanê kurdî hîn bibin, hertim digire û demeke wan a diyarkirî ya ji bo qeydan nîne. Ji asta destpêkê heta ya mamostetiyê di hemû astan de perwerdehiyê dide û polên wan hene.
 
DI SALEKÊ DE NÊZÎ 400 KESAN PERWERDE DIKE
 
 Perwerdekarê ARSÎSA’yê Şevket Aca
 
ARSÎSA’yê di sala çûyîn de 10 polên asta yekemîn ku hejmara her polê ji 20 kesan zêdetir bû, 3 pol asta duyemîn, 2 pol asta sêyemîn û polek jî asta mamostetiyê qedandine. Her wiha di havînê de jî 3 polên zarokan vekirine û perwedehiya wan jî xelaskirine. ARSÎSA, bi gelemperî di salê de nêzî 400 kesan perwerde dike. ARSÎSA, li gor xwestekê dikare bi zaraveyên soranî û zazakî jî perwerdehiyê bide. Sazî, ne tenê perwerdeyê dide, her wiha panelan çêdike, pirtûk û kovaran derdixîne û xebatên cûr bi cûr dike.
 
‘DIVÊ NE TENÊ SAZIYÊN ZIMAN, HER KURDEK XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERBIKEVE’
 
Yek ji perwerdekarê ARSÎSA’yê Şevket Acar ku bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê, da zanîn ku komar gava avabûyî heta niha li ser zimanê kurdî polîtîkayên bişaftinê dimeşîne. Acar, diyar kir ku zimanê kurdî bi hezaran sal in li ser vê xakê dijî û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ti kes nikare pêşî li zimanê kurdî bigire, qedexe bike û ji holê rake. Zimanê kurdî qedîm e, dewlemend e û pîroz e û bi saya dapîr û bapîrên me heta îro hatiye. Lê divê ne tenê saziyên ziman, herkesên ku ji xwe re dibêjin kurd zimanê xwe biparêze, pêşbixe û di malên xwe de jî weke mamosteyekî/ê tevbigere.”
 
‘WELATÎ DIKARIN HERDEM SERÎ LI ARSÎSA’YÊ BIDIN’
 
Acar, destnîşan kir ku kursên wan ên heta niha didan qediyan û wan dest bi wergirtina şagirtan kir. Acar, da zanîn ku kesên bixwazin serlêdanan bikin li saziyê dikarin navên xwe binivîsînin  û dest bi waneyên xwe bikin. Acar, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her ast nêzî 3 mehan didome û heke kesên serkeftî bixwazin, derbasî asta jortir dibin. Heta niha ji bo hemû astan serlêdan hene û çend pol jî li ber vekirinê ne. Welatiyên me herdemê dikarin serî li ARSÎSA’yê bidin. Bila gelê me jî saziyan bi tenê nehêlin û ji bo pêşxistin û parastina kurdî tev li waneyan bibin. Werin saziya xwe jî nas bikin û xwedî lê derbikevin.”
 
MA / Bazîd Evren 
 
 

Sernavên din

27/09/2024
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
14:55 Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir
14:47 Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
14:44 Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
14:31 GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir
14:08 Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin
13:12 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan: Bêhiqûqî ye
13:11 Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin
12:49 Micira asfaltê ji bo nedin şaredariyê rijandin sergoyê
12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê
11:56 Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn
11:46 Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
11:15 Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
11:01 Turkoglû: Em ê rê nedin çeteyan û şerê taybet
11:01 Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
10:56 Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:30 Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
10:28 Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin