AMED - DAKAP’ê bi dirûşmeya "ji şer re na aştî hema niha" li Qada Deriyê Çiyê çalakiya zincîra aştiyê ava kirin. Derman Ungurê di çalakiyê de axivî û da zanîn ku SMO û yên wê xwedî dikin wê ji jiyana azad û demokratîk re nebin astengî.
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), jinan li dijî êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya "ji şer re na ji hema niha aştî" li Deriyê Çiyê ya Sûr a Amedê zincîra aştiyê ava kirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hevseroka Giştî ya ESP’ê Denîz Aktaş, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hevşaredar, rêxistinên civaka sivîl û her wiha ji Êlihê jî gelek jin û welatî tevli bûn.
Jinan bênavber dirûşmeyên "bijî berxwedana Rojava", "bijî berxwedana gelê Kurd" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.
Piştî dirûmeyan zincîr hat avakirin. Hevseroka DBP’a Amedê Sultan yaray axivî û da zanîn ku li Rojava êrîşê jiyana azad dikin û got wê her tim li gel Rojava cihê xwe bigirin.
Piştre li ser navê DAKAP’ê Derman Ungur axivî.
Derman Ungurê da zanîn ku polîtîkayên qirkirina jinê wê bi jiyana netewa demokratîk û pêşengiya jinan çareser bibe û got: “Sêyemîn şerê cîhanê ku navenda wê li Rojhilata Navîne didome. Pêvajoyên nû tên jiyîn. Rejîma Esas d 50 salî hilweşiya. Carek din hat dîtin ku rêveberiyên netewên yekparêz ji bilî ser û hilweşînê tiştekî nadin gelan.”
Derman Ungurê daxuyakirin ku SMO jinên ku têdikoşe hedef digire û got Civaka Jinan a Zenubiya li Rojava qada jinê de xebatan dimeşîne û got:
“Îro SMO jinên ku ji bo mafê jinan têdikoşin qetil dike.Yên li dijî DAIŞ’ê têkoşîn dan jinên Kurd bûn. Têkoşîna herî mezin jinên Kurd dan. Îro jî çete di serî de li ser jinan li ser gel hovîtiyê pêk tîninn. Hovîtiya çete pêk tînin DAIŞ’ê tîne bîra mirovan. Em vê qebûl nakin. Jinên îşkence û tundiyê dibînin hinceta têkoşîna me ne. Emê li dijî vê têkoşîna xwe bilkind bikin.Em banga piştevaniyê û têkoşînê li hemû jinan dikin.”
Daxuyanî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.