AMED - Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya merasîma çekdanînê li cihê cih temaşe kir, destnîşan kir ku divê piştî bêçekkirinê divê ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî bên çêkirin.
Bandora "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de dabû, berdewam dike. Piştî banga Ocalan, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêkhatî ku Hevseroka KCK'ê Bese Hozat jî di nav de bû, li Şikefta Casenê ya bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe çekên wan şewitandin û îmha kirin.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya ku beşdarî merasîma îmhakirina çekan bû, çavdêriyên xwe û ji bo temamkirina pêvajoyê tiştên divê bên kirin vegotin.
Kaya bi bîr xist ku neçaresernekirina pirsgirêka kurd li gelek deveran bûye sedema windahiyan û got ku gelek gavên ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hatine avêtin jî bê encam mane. Kaya rave kir ku wan bi vê fikarê dest bi vê rêwîtiyê kirine û got: "Her çend ji me re hatibû gotin ku dê tedbîr werin girtin û dê destûr neyê dayîn ku provokasyon werin kirin jî, dîsa jî fikarên me hebûn. Ji ber ku em behsa gaveke girîng a ber bi aştiyê li Rojhilata Navînê dikin. Ji ber ku em dizanin ku her kes aştiyê naxwaze. Em hemû di fikarên xwe de mafdar bûn ku hêmanên di nav her du aliyan de û li derveyî welêt dikarin pirsgirêkên têkildarî vê pirsgirêkê biafirînin."
‘HEWLDANÊN JI BO ÇARESERIYÊ TÊN DÎTIN'
Kaya destnîşan kir ku berî merasîmê û piştî wê, dewlet, partiyên kurd ên li herêmê û DEM Partî bi hev re xebitîne û me şahidiya hevrêziyekê kir ku pêşî li ber "provokasyonê" bigire. Kaya got: "Ev bi serê xwe nîşanek bû ku ev pêvajo pir baş dimeşe. Ji ber vê yekê, her çend nîqaş wekî veşarî tên kirin û tiştek çênabe xuya bikin jî, ne wiha ye. Mirov dibîne ku xebatek heye û ev li ser esasê çareseriyê ye. Jixwe helwdaneke cuda ji ya pêvajoyên berê heye. Hem siyaseta kurd, hem Abdullah Ocalan û hem jî Serokê Giştî yê MHP'ê ku bi çavê dewletê nêz dibe û AKP jî bi awayekî xwedî lê derdikeve. Xwedîderketina CHP'ê ya li pêvajoyê jî nîşan dide ku hewldanek ji bo çareserkirina pirsgirêkê heye."
‘DEMILDEST DIVÊ SERERASTKIRIN BÊN KIRIN'
Kaya destnîşan kir ku merasîma îmhakirina çekan peyamên girîng jî daye û got: "Çekberdan organîzasyonekê divê an jî di ser Neteweyên Yekbûyî (NY) an avaniyên alî re divê pêvajoyek pêş bikeve. Ya duyemîn, dê kesên çek danîn çi bikin? Ma ji ber vekişiya wê bê çek bijî? Ji ber vê yekê, peyamek ji bo kesên çek dnaîne jî heye ku wê çi bikin. Ger çek danîbin, wê hingê divê ji bo entegrasyonê û asayîbûnê gav bên avêtin. Rêxistinê gavên pêwîst avêtine. Niha divê hikûmet jî gav biavêje. Divê ev pêvajo demildest bi encam bibe. Divê ev mirov bi awayekî vegerin jiyana normal. Divê sererastkirinên qanûnî yên têkildar demildest bên çêkirin. Ji kesekî li Rojhilata Navînê re gotina 'Tenê çekên xwe deynin, bêçek bimîne' ji mirinê wêdetir nîne. Ger hûn dixwazin di warê avaniyeke çekdar a li Rojhilata Navînê de pirsgirêkê çareser bikin, nexwe divê hûn demildest sererastkirinan bikin."
Kaya bi bîr xist ku bi salan e pirsên wekî "Gelo Qendîl dê bike? Gelo Qendîl dê çekên xwe deyne? Kî Qendîlê kontrol dike? Gelo Qendîl dê vê bêçekkirinê pêşwazî bike?" hatine pirsîn û got: "Wan bi eşkerekirina bersiva van pirsan bi tevahî ji holê rakirin. Me berê dixwend ka pevçûnên li cîhanê çawa bi dawî dibin û li çaraliyê cîhanê çi diqewime. Lê me ev dît: ev pêvajo bi daxuyaniyeke pir zelal a Devlet Bahçelî dest pê kir. Bahçelî bang li Abdullah Ocalan kir ku li meclisê biaxive. Bi rastî, di pêvajoyên wiha yên li çaraliyê cîhanê de mînakên wiha çênabin. Niha, ez wê merasîmê (şewitandina çekan) wekî bersivek ji bo vê gavê dibînim. Rêxistinê ji jor ve gavek avêt û got, 'Ez bêyî bazariyekê xwe fesix dikim, çekên xwe dişewitînim û wekî Bahçelî got, ez li benda afirandina şert û mercan im. Fermo dora we ye.' Min merasîmeke bi vî rengî dît."
‘DIVÊ LI DEMÊ NEYÊ BELAVKIRIN'
Kaya destnîşan kir ku li ser girîngiya ku ev pêvajo demildest bi encam bibe sekinî û ji bo provakasyonan hişyarî da. Kaya anî ziman ku ger pêvajo li demê bê belavkirin dê hin xetereyan jî bi xwe re bîne û got: "Du astên xetereyê hene. Yek derveyî ye û ya din jî navxweyî ye ku me di demên berê de dîtin. Di dawiyê de, şikildana Rojhilata Navînê heye. Dema ku em li Sûriye, Iraq, Îran û Îsraîlê dinêrin, em pêvajoyeke siyasî ya cuda li wir dibînin. Hêzên derveyî yên ku rê li ber kurd, tirk û ereban digirin ku li vê herêmê bi aştiyane bi hev re nejîn, niha vê pêvajoyê asteng dikin. Em dikarin vê bibînin. Werin em provokasyonên navxweyî yên ku me di navbera salên 2013 û 2015'an de di dema pêvajoya aştiyê de dîtin bi bîr bînin. Her çend dibe ku baweriya me ya hevpar hebe ku 'ev provokasyon ji ber ku FETO'yê çêbûn' jî, lê ez nafikirim ku ev tenê sedem be. Gelek avahiyên di nav dewletê de jî dê ji bo pêşîgirtina li pêvajoya aştiyê bikevin nava provokasyonan. Bi salan, retorîka serdest a li dijî vê rêxistinê ev bû: 'Li şûna şerkirina li çiyayan, werin li deştan siyasetê bikin.' Niha em dibînin ku ew kesên ku vê dibêjin ji ber vebûna ji nişka ve ya deriyên siyasî ji bo van kesan aciz dibin. Mixabin, ev tê vê wateyê ku li Tirkiyeyê komeke mezin a berjewendiyên taybet heye ku bi şer geş dibe. Di nava vê de, ji aboriyê heya edaletê, di nava cemaweriyê de, kadroyeke girîng di siyasetê de heye."
‘DIVÊ DEMILDEST EWLEHIYA HIQÛQÎ PÊK BÊ'
Kaya diyar kir ku divê desthilat bi lez û bez gavên ji bo misogerkirina ewlehiya vê pêvajoyê biavêje û got: "Ger em hemû dixwazin beşdarî vê bibin û divê em beşdar bibin, divê sererastkirinên qanûnî bi lez û bez bên çêkirin da ku pirsgirêkên ku di navbera 2013 û 2015'an de hatine serê me dubare nebin. Pêdivî bi yek alî nîne ku dengê xwe bilind bike an daxwazan bike. Ger em nikaribin vê aştiyê bi dest bixin, her du alî (tirk û kurd) dê zirarên mezin bibînin. Hem kurd, hem hikûmet û hem jî partiya sereke ya muxalefetê ji vê yekê haydar in. Ger ev aştî neyê bidestxistin, Tirkiye dê bikeve qonaxeke dijwar û di vê serdema dijwar de her kes dê winda bike. Ev pêvajo rewşeke serketî ye û divê hikûmet û meclis gavên bilez biavêjin da ku ewlehiyê misoger bikin."
‘DIVÊ TIRKIYE VÊ FIRSENDÊ HEBA NEKE'
Kaya girîngiya avakirina zemîneke ji bo gengeşeyên li ser pirsgirêka kurd destnîşan kir û got: "Ji bo ku ev zemîn çêbibe, divê çek ji holê bên rakirin. Ji ber vê yekê, piştî ku çek ji holê bên rakirin, divê di meclisê de sererastkirin bên çêkirin da ku gengeşeyên demokratîk misoger bên kirin. Ger ev neyê kirin, em ê bêtir provokasyonan, hem ji derve û hem jî ji hundir, bibînin. Car caran, em dibînin ku hin parvekirinên nijadperest ji nişkê ve 30-40 mîlyon kes wan dibînin. Ev yek tesaduf nîne. Ev bê guman ew liv û tevger in ku ji hin navendan tên kirin û armanc dikin ku hêrsa civakê rakin û berberîbûnê çêbikin. Divê em di vî warî de hesas bin. Divê Tirkiye vê derfetê ji dest nede. Ji ber vê yekê, divê hikûmet û meclis bi lez û bez tevbigerin."
DÊ PÊWENDIYA BI PARTIYÊN SIYASÎ RE BIDOME
Kaya destnîşan kir ku hem Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê û hem jî DTSO ji bo vê pêvajoyê bernameyeke xwe ya sêqonaxî heye û got: "Ya yekem, em armanc dikin ku danûstandinan bi partiyên siyasî, serokkomar û serokê meclisê re ji nû ve bidin destpêkirin. Armanca me ew e ku em vê pêvajoyê li meclisê bilezînin û sererastkirinên ku dê bêçekbûn û entegrasyonê misoger bikin bicîh bînin. Em ê li ser vê yekê nîqaşan bikin û divê ev pêşîniya me be. Ya duyemîn, piştî ku tundûtûjî bi dawî bibe, divê entegrasyona wan kesan çêbibe di nav civakê de. Li gel bêçekbûnê, em ê bi hev re bixebitin da ku di dema pêvajoya entegrasyonê de pêşî li zehmetiyên potansiyel bigirin, berxwedana civakî zêde bikin, wê xurt bikin û piştgirî bidin. Ya sêyemîn, pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêkek e ku ji ber PKK'ê an tundûtûjiya wê çêbûye. Ew encamek e û dema ku em paşde dinêrin, em behsa pirsgirêkeke kurd dikin ku di sala 1923'yan de dest pê kiriye. Divê em zû pirsgirêkên ku di damezrandina komarê de pirsgirêka kurd afirandine ji holê rakin, li her deverê ku em lê ne. Di xebatên ji bo astegkirina jinûve çêbûna pirsgirêka kurd de aborî pir girîng e. Divê asta jiyana herêmê demildest were bilindkirin. Em êdî naxwazin ciwan ji vir biçin."
MA / Berîvan Altan - Sema Bîngol