RIHA - Di çarçoveya xebatên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Baroya Rihayê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi rojnamevanan re hatin cem hev.
Baroya Rihayê, ÎHD û OHD'ê di çarçoveya xebatên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi rojnamevanan re hevdîtin pêk anîn. Di civîna çapemeniyê ya li oteleke li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê pêk hat de Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, endam û rêveberên ÎHD, OHD û her wiha gelek parêzer û rojnamevan amade bûn.
CIVÎNA TÊKILDARÎ PÊVAJOYÊ
Oncel anî ziman ku di çarçoveya pêvajoyê de wan li Rihayê bi gelek partî, sazî û rêxistinên siyasî re hevdîtin kirine û wiha got: "Me dît ku di serdanan de destekeke mezin ji pêvajoyê re hatiye dayîn."
Endama Şaxa OHD'ê ya Rihayê Meral Halat ku xebatên ku ji aliyê sê saziyên hevkar ve li Rihayê hatine destpêkirin vegot û bal kişand ku divê pêvajo ji aliyê her kesî ve bê hembêzkirin û ji raya giştî re bê vegotin û ev bang kir: "Em bang li her kesên alîgirê aştî, demokrasî û wekheviya civakî dikin dikin ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê, hevgirtin û bi hev re pêşerojê ava bikin."
Civîn bi rûniştina pirs û bersivan bi dawî bû.