STENBOL - Meclisa Jinan a HDK’ê deklarasyona xwe ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî aşkera kir û got ku dê di 25’ê Mijdarê de li her dera Tirkiyeyê li qadan bin.
Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), deklarasyona xwe ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî aşkera kir. Deklarasyon, bi dirûşma “Jin li dijî şer, tundî, xizaniyê aştiyê ava dikin” hat weşandin û daxuyanî li Navenda Giştî ya HDK’ê hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin aştiyê dixwazin” hate hilgirtin. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû, endama Koordînasyona Navendî ya Partiya Sosyalîstan (SOLDEP) Doga Teknecî, Berdevka Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) a Stenbolê Leyla Can û gelek jin tev li bûn.
Endama Koordînasyona Jinan a HDK’ê Merve Nûr Îşleyîcî di daxuyaniyê de axivî û got ku jin her tim di nav têkoşînê de li qadan bûne û ew ê bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re têkoşîna li dijî zîhniyeta serdest a mêran berfireh bikin.
‘EM Ê JI BO AŞTÎ, WEKHEVÎ Û AZADIYÊ JÎ LI QADAN BIN’
Mervenûr Îşleyîciyê diyar kir ku mîrateya ku Xwişkên Mîrabel ji jinan re hiştine berxwedan û wêrekî ye û wiha domand: “Di seranserê dîrokê de, têkoşîna jinan ji bo faşîzmê kabûsek maye. Ji Rosa Luxemburg bigire heya Clara Zetkin û Alexandera Kollontay, em di bin pêşengiya jinan de têkoşîna xwe mezin dikin. Îro, bi heman ruhê berxwedanê, em bi hev re li dijî tundûtûjî, zilm, cudakarî, êrişên wêrankirinê, gotinên nefretê û polîtîkayên dijminê jinan ên di her warî de zêde dibin dengê xwe bilind dikin. Her ku em nêzîkî 25'ê Mijdarê dibin, em ne tenê li dijî tundûtûjiya dewleta mêran, lê di heman demê de ji bo parastina aştî, wekhevî û azadiyê jî derdikevin kolanan."
‘AZADIYA JINAN JI AZADIYA GELAN CUDA NÎNE’
Bi domdarî Mervenûr Îşleyîciyê, destnîşan kir ku ew ê têkoşîna edaletê ji bo jinên mîna Nevîn Yildirim û Çîlem Dogan ku xwe li dijî dadweriya serdest a mêran parastin û sax man, bidomînin. Mervenûr Îşleyîciyê diyar kir ku jin li hember van neheqiyan bêdeng namînin û wiha pê de çû: “Rizgariya jinan ji azadiya gelan cuda nîne û azadiya gelan ji azadiya jinan cuda nîne."
'EM Ê DI 25’Ê MIJDARÊ DE LI KOLANAN BIN’
Mervenûr Îşleyîciyê, diyar kir ku ew bi hêza hevgirtina jinan amadekariyên 25'ê Mijdarê dikin û ev bang kir: “Ji Rojînê heta Şuleyê, ji Nadîrayê heta Dînayê, jinên ku hatine kuştin serhildana me ne. Di bin ronahiya Xwişkên Mirabel de, hemû jin dê îsal em ê her dera Tirkiyeyê kolan û meydanan tijî bikin da ku edaletê biqîrin. Bijî hevgirtina jinan, bijî jiyana azad. Em ê di 25'ê Mijdarê de li kolanan bin. Civak bêyî azadiya jinan azad nabe. Jin, jiyan, azadî.”
'HEA JIN AZAD NEBE CIVAK JÎ AZAD NABE’
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaşê jî got ku weke jin dê di 25’ê Mijdarê de li Tirkiyeyê li her qadê bin û ev tişt anî ziman: “Heta jin azad nebin dê civak jî azad nabe.” Meral Daniş Beştaşê sepanên astengkirinê yên berê bi bîr xist û got ku tu kes nikare xwe li pêşiya têkoşîna mezin a jinan bigire û her cihê tê girtin dê bibe qada berxwedana wan. Meral Daniş Beştaşê bertek nîşanî qedexeya Qada Taksîmê da û banga têkoşîna hevpar li hemû jinan kir.
DAXWAZA AŞTÎ Û AZADIYÊ
Meral Daniş Beştaşê, diyar kir ku rol, rêxistinî û têkoşîna jinan a di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de girîng e û da zanîn ku dê jn teşe bidin pêvajoyê. Meral Daniş Beştaşê, got ku yên dê şer bi dawî bikin û aştiyê birêxistin bikin jin in û wiha pê de çû: “Heta em jin nexwazin dê aştî neyê vê xakê. Lewma em bang li hemû rêxistin û saziyên jinan dikin ku em aştî û demokrasiyê bînin vî welatî.”
'EM Ê NEHÊLIN DOSYAYA ROJÎNÊ BIGIRIN’
Meral Daniş Beştaşê destnîşan kir ku hewldan heye ku dosyaya Rojîn Kabaîşê were girtin û got dê destûrê nedin vê yekê. Meral Daniş Beştaşê herî dawî bang li jinan kir ku dakevin qadên 25’ê Mijdarê.
Feray Mertoglû jî da zanîn ku ew ê li dijî tundiya mêr û dewletê li qadan bin, dê dengê xwe bilind bikin û banga tevlibûnê li jinan kir.
Berdevka SKM’ê ya Stenbolê Leyla Can jî ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev banga tevlibûna çalakiya li Tunela Taksîmê ya Stenbolê li jinan kir.
