ENQERE - Ji bo rojnamevan Huseyîn Aykol ê piştî emeliyatê enfeksiyonê pişika wî girt û belav bûye, dest bi dayîn hin dermanên din hat kirin.
Dermankirina rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol ê di 14'ê Cotmehê de li Enqereyê li mala xwe xwîn rijiya ser mejiyê wî û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê, didome. Aykolê ku du caran emeliyat bû, piştî mudaxileyan enefeksiyonê xwe li pişika wî girt. Ji ber enfeksiyonê li beşa lênihêrîna awarte tê dermankirin.
Tevî dermankirinê jî enfeksiyona xwe li pişika Aykol girtiye nayê kontrolkirin. Ji ber vê çar caran entîbiyotîk hatin guherandin. Piştî guherandina antîbiyotîkan jî rê li ber enfeksiyonê nehat girtin. Ji ber vê dest bi hin dermanên din hat kirin. Aykolê ku girêdayî amûra hilmijînê ye, gumleta wî ya masûlkeyan qels bûye.
Çendî sedasyonê (dermanên xewê) ya tê dayîn jî Aykol nikare rakeve. Xetereya jiyanî ya Aykol didome.
