Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Parastina Hewsel û Dîcleyê berpirsyartiya me ye

  • rojane
  • 12:23 2 Kanûn 2025
  • |
img

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî dagirkirina Baxçeyên Hewselê û Geliyê Dîcleyê daxuyanî da û got: “Em ê berpirsyartiyên xwe yên dîrokî bicih bînin. Ev peywira parastinê ne tenê peywira rêveberiyên herêmî ye, her wiha ya hemû pêkhateyên bajar e.” 

 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî dagirkirina Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku herêm bi texrîbata ekolojîk rû bi rû ye û ji ber molozên tên avêtin herêm gav bi gav tê tunekirin. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
Têkildarî propagandaya reş a ev demeke li ser Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê tê kirin, pêwîstî bi daxuyaniyekê çêbû. Li Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê zêdetirî 8 hezar sal in bê navber çandinî lê tê kirin. Di dîroka 12 hezar salî ya bajarê me de cih digirin û di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO’yê de ne. Ev der, ji aliyê hin komên berjewendîperest ve bi rêyên ji dûrî nirxan tê texrîbkirin. 
 
BI XETEREYA TUNEBÛNÊ RÛ BI RÛ NE 
 
Mixabin, Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê ku li navçeya me ya Sûrê ne, ji ber hilberîna xwe ya çandiniyê, cihêrengiya xwe ya biyolojîk, bîra xwe ya çandî û cihê jiyana hevpar a gel xwedî nirxek bêhempa ne û niha di bin xetereyeke cidî de ne. Ev mîrateye ku ji bilî çalakiyên çandiniyê yên li ser qada 2 hezar û 800 donimî, ‘depoya oksîjenê’ ya bajêr e û niha gav bi gav tê tunekirin. Her wiha ev bihûşta xwezayê ya ku penageha gelek mamikên wekî ji zêdeyî 180 cureyên çûkan, kêzik, ajalên bejî, seyên avê, kûsî Firatê, rovî, sansûr, simore û jûjîyan e, hema hema rû bi rûyê hilweşîneke mezin a mirovî ye. Ji bilî avahiyên neqanûnî yên li dora faunaya xwe ya dewlemend, bihûşta me ya xwezayê ji ber zibil û dermanên ku di warên çandiniyê de tên bikaranîn, di xetereya windabûnê de ye.
 
AVADANIYÊN DIJÎ PLANA ÎMARÊ
 
Tevî hemû tevdîrên ku me girtine, hema hema her roj bi rêyên qaçax û veşartî moloz li Baxçeyên Hewselê û perava Çemê Dîcleyê têne darêtin û gav bi gav dîwarên beton bilind dibin. Ev hilweşandina ku ji aliyê destê mirovan ve tê meşandin, ekosîstema herêmê xirab dike; cureyên zindî yên wekî masî û çûkan kêm dike. ‘Kargehên’ biçûk ên ku bi efûyên îmarê yên ku berê hatibûn derxistin û wekî encama belgeya ‘tomarkirina avahiyê’ ya ku ji aliyê Midûriyeta Parêzgehê ya Jîngeh û Bajarvaniyê ve hatibû dayîn hatibûn vekirin, di demê de veguherîne qadên bazirganiyê yên mezin. Mixabin di dema 8 salên qeyûman de ji bo bi dehan kargehên wekî qehwexane, eywanên dawetan, platformên kişandinê, kafe, xwaringeh, çayxane, xwarin û taştêyê yên ku niha dibin sedema qirêjiyê, lîsansên kargehê hatine dayîn. Perava çem bi temamî bi moloz û betonê hatiye dagirtin. Kirêtiya dengî ya ku çêbûye û zêdebûna hatin û çûyînên ziyaretvanên herêmî û biyanî yên herêmê, di warê madî û manewî de gihiştiye asteke xeternak. 
 
EM MECBÛR IN AX, AV Û HEWAYÊ XWE BIPARÊZIN 
 
Li hemberî van hemû pirsgirêkên berhevkirî, wekî îradeya hilbijartî ya bajêr, em mecbûr in ku li gel ax, av û hewaya xwe, hemû bermahiyên çandî û nirxên bajarê xwe biparêzin. Bertekên civakî yên zêde nîşan didin ku gel daxwaz dike ku talana ekolojîk were rawestandin. Em dizanin ku divê li hemberî sûcên bajêr tevbigerin û em ji bo bicihanîna berpirsiyariya xwe ya li hemberî van sûcan bi biryar in.
 
BIRYARA AMADEKIRINA PLANA ÇALAKIYAN
 
Di vê çarçoveyê de; ji bo ku li hemberî rewşa Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê bê rawestandin, di Lijneya Koordînasyona Parêzgehê ya bi serokatiya Walî Mûrat Zorluoglû re mijar bi berfirehî gotûbêj kir û biryar hate dayin ku ji bo destpêkirina çalakiyê, planeke çalakiyê were amadekirin. Niha di nava walîtiyê de li ser mijarê lijneyeke koordînasyonê hatiye avakirin û xebatên xwe didomîne.
 
EM Ê HELWESTA XWE BIBIRYAR BIDOMÎNIN
 
Wekî Şaredariya Bajarê Mezin, em careke din diyar dikin ku em ê helwesta xwe û biryardariya xwe ya li dijî kambaxkirina bihûşta xwezayê bidomînin, em ê serî li ber propagandaya reş netewînin û em ê nehêlin ku gel bi agahiyên çewt were manîpulekirin. Helwesta me li dijî ti ‘malbat’, ‘şîrket’ û hwd. kargehan nîne. Helwesta me li dijî wan kesan e ku bi kargehên biçûk dest pê dikin û sînorên xwe gelek caran derbas dikin û hewa, av û axa me qirêj dikin. 
 
DIXWAZIN ÇERXA GENDELIYÊ BIDOMÎNIN LEWMA PROPAGANDAYA REŞ DIKIN 
 
Berpirsiyariya me ya dîrokî ya li hemberî vî bajarî deynê stûyê me ye. Sedema sereke ya propagandaya reş a li dijî nasnameya sazî ya Şaredariya Bajarê Mezin û hevşaredaran, xwesteka domandina rant û çerxa gendeliyê ye. Ev rantxwer, bi gotinên wekî "Ew camî û mizgeftan dirûxînin" rasterast derewan dikin û hest û hesasiyetên dînî yên gel îstismar dikin.
 
PARASTINA HEWSEL Û DÎCLEYÊ BERPIRSYRTIYA HER KESÎ YE
 
Em diyar dikin ku gelê me li ser hemû pêvajoyê agahdar e û em ê xebatên siberojê jî bi awayekî zelal û aşkere bi raya giştî re parve bikin. Parastina Hewselê û Dîcleyê, ne tenê parastina qadekê ye; parastina nefes, jiyan û paşeroja vî bajarî ye. Ev erka parastinê ne tenê berpirsiyariya rêveberiyên herêmî ye, lê belê berpirsiyariya hemû pêkhateyên bajêr e.”      
 

Sernavên din

14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin
14:05 Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
13:19 Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
13:09 Fîlozof Ceruti: Banga Abdullah Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navînê bibe mînak
13:04 Tehliyeya Yildirim ê 31 sal in girtî ye bi hinceta gotinên Seyîd Riza hat taloqkirin
12:59 Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir HATE NÛKIRIN
12:56 Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin
12:38 Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne
12:23 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Parastina Hewsel û Dîcleyê berpirsyartiya me ye
12:18 Salih Muslim: Demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye
12:17 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
11:34 Ji Bahçelî daxuyaniya pêvajoyê: Tîr ji kevanê pekiyaye
10:28 Cezayê hefsê dan Taşkesen ku gotibû ‘Ev der Kurdistan e’
09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’
09:48 Hevjîna girtiyê nexweş: Heke li wir bimîne dê bimire
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin
09:00 Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN
30/11/2025
16:51 Projeya ku dê ‘Ava Spî’ ziwa bike hate protestokirin
16:32 Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmezê bi girseyî hat ziyaretkirin
16:29 Li Gimgimê 30 hezar darên berûyê hatin danîn
16:20 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:16 Li Sêweregê ZIWAN-KURD hate vekirin
15:43 Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
15:13 Li Asyayê karesata lehiyê: Zêdetirî 620 kes mirin
14:46 Li Mêrsînê panela aştiyê: Êdî ne dema axaftinê dema gavavêtinê ye
14:22 Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
14:21 Wekîlên Ewropî xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin
14:01 Şîna Suheyla Baytekînê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:02 Li Girtîgeha Erzînganê girtî hatin derbkirin û sirgunkirin
12:51 Gefa li hevşaredarên Cizîrê hat xwarin protesto kirin: Divê berpirsyar hesabê bidin
12:27 Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû: Têkoşîna me ji bo entegrasyona hiqûqî ye
12:05 Li ser rêya Colemêrg-Wanê wesayîtak kete bendavê: 3 kes winda ne
12:04 Pirtûka “Çîroka Zarokên Roj û Agir I’ a Rotînda derket
10:10 ‘Rêya xelasiya ji krîza aborî aştî ye’
10:02 'Em ê aştiyê bînin vî welatî û hêviya xwe qut nekin'
09:42 Hejmara 144’an a kovar Jinê derket
09:25 Li Gine Bissauyê hikûmeta nû hate avakirin
09:06 'Rayedarên li Şirnexê bêhiqûqiyan dikin bila li gorî qanûnan tevbigerin'
09:03 'Ji bo mafê hêviyê xala 90'emîn a destûra bingehîn bes e'
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2025'AN
29/11/2025
18:09 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:34 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:02 Mitînga KESK'ê ya Wanê: Ne ji şer, ji aştiyê re budçe
15:55 Yurur û Taş ên PKK'yî hatin bibîranîn
15:23 Xwestin girtiyên nexweş Delal Tekdemîr û Salih Gun bên berdan
14:55 Xizmên windayan li 4 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:19 Dayikên Şemiyê ji bo Mahmut Dogan doza edaletê kirin
13:10 Welatiyên beşdarî şahiya gel bûn: Em ji bo aştiyeke birûmet bitêkoşin
12:54 Amîrê Polîsan gef li hevşaredarên Cizîrê xwarin
12:23 Tayîp Temel: Em li bendê ne ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe
12:08 Ji Mesûd Barzanî spasî ji bo Abdullah Ocalan: Em piştevanê pêvajoyê ne
10:10 Ciwanan salvegera damezrandinê pîroz kirin
10:03 Sagkan: Ji bo avakirina aştiyê divê serweriya hiqûqê bê avakirin
09:08 Tê plankirin ku li şûna Polîs Okûlûya berê bîna bê çêkirin
09:07 Li Helebê dîsa gefa DAIŞ'ê!
09:05 10 sal in ji ber posterekî tê darizandin
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2025'AN
28/11/2025
21:49 Bayindir: Hêza me ya ku em bi desthilatê gav bidin avêtin heye
19:52 Ji bo Dîlan Karamanê komîsyona lêkolînê hat avakirin
19:41 Amedsporê li qada xwe Eroksporê têk bir
19:32 Papa 14. Leo li Stenbolê ye
19:07 Bermal Nergîs û Muhlîse Karaguzel hatin berdan
18:59 Ji Şaredariya Peyasê der barê 'peyker' de daxuyanî
17:58 Banga Abdullah Ocalan li Almanyayê li dadgehê hat xwendin
17:13 Panela 'Di Îslamê de Aştî û Civaka Demokratîk': Aştî rastiya hevpar a mirovahiyê ye
16:17 ‘Girtiyên nexweş berdin, binpêkirinan bidawî bikin’
15:43 Hewldana Edalet ji bo Roboskî: Divê Qanûna Heqîqet û Edaletê bê derxistin
15:01 Dîlan Karaman bi tilîliyan hat definkirin
14:36 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:28 Elçî hat bibîranîn: Bi raboriyê re hevrû bibin, cînayetê ronî bikin
13:19 ‘Ozgur Halk’ dê di sala nû de dest bi weşanê dijîtal bike
12:00 Di bûyera cînayetên li Qoserê de 2 kes hatin girtin
11:48 Tehliyeya 6 girtiyan hate taloqkirin
11:43 Derûnînas Erol: Di zêdebûna întiharan de pirsgirêkên civakî û nebûna edaletê bibandor e
10:52 13 sal in nikare hebûna xwe îspat bike!
10:51 TJA: Em ê nehêlin mirina bi guman a Dîlanê di tariyê de bimîne
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê: Em ê bişopînin