STENBOL - Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ku DEM Partî li dar dixe, di roja duyemîn de bi axaftinên beşdaran didome.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe. Rûniştina ewil a roja duyemîn a konferansê dest pê kir.
Di konferansê de gelek kesên di qada navneteweyî de bi têkoşînên xwe yên aştiyê tên naskirin jî pêşkeşiyê dikin.
Rûniştina ewil bi sernavê “Ji netewe dewletê ber bi neteweya demokratîk ve” hat lidarxistin. Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ya ji Têkiliyên Karên Derve Berpirsyar Ebrû Gunay moderatoriya rûniştinê kir. Di rûniştinê de ji ewil Dr. Orhan Gazi Ertekîn axivî. Ertekîn, diyar kir ku Rojhilata Navîn jinûve tê avakirin û got: “Em di nava serdemekî nû de ne. Rewşekî ji sedsala 19'an cuda heye. Em mecbûr in jinûveavakirinê tevî krîza modernîteyê nîqaş bikin. Em mecbûr in bi tevgerên nû yên civakan piştî modernîteyê, bi hêzên nû re nîqaş bikin. Hewceye Rojhilata Navîn bi tevî îstîsnaya Kurd were nîqaşkirin. Li Rojhilata Navîn îstîsnayeke Kurd heye. Divê em vê jî bînin ziman. Êdî îstîsnaya Kurd tev li temamiya wê hêza avaker, pergala avaker bûye. Mirov dikare bibêje tekane îstîsnaya li Rojhilata Navîn e lê îstîsnayek hebû.”
Bi domdarî Ertekîn bi lêv kir ku wan gotiye divê Tirkiye ji hêla yek hiqûqê ve were birêvebirin lêbelê piştî 16’ê Tîrmehê derhiqûqtî derketine lûtkeyê û wiha got: “Vêcarê jî qanûna têkoşîna li dijî terorê bû qanûna rastîn. Êdî destûra bingehîn a 82’yan tune ye. Tirkiye ji hêla destûra bingehîn ve bi hiqûqeke cotstandartî, bi destûreke bingehîn a xwedî du hiqûqan tê birêvebirin. Qanûna Takrîrî Sûkun an jî Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê feraseta xwe ya destûra bingehîn raxistiye ber çavan. Ev hiqûqa cotstandart civakê dabeş dike. Li Îrlandayê jî heman tişt bû. Piştî Biryarnameya Hejmar 10 a sala 1970’an a li Îrlandayê, êdî cihêkariya di navbera civakê de pir aşkera bû. Destûra bingehîn a Tirkiyeyê jî xwe her tim di pozîsyona cihêkariyê de girt û bi feraseta hiyerarşîk xwe jinûve ava kir. Tenê dema tu daxilî Tirkîtî û etnîseteya Tirk dibî dikarî mafên hemwelatiyê bi dest bixî. Madeya 66’an a destûra bingehîn, ji bo tu bikarî bibî xwedî mafê destûra bingehîn, Tirktiyê ferz dike. Binêrin, li Îranê dikarî hem bibî Kurd hem bibî îranî. Li Azerbaycanê Kurdek hem dikare bibe Kurd hem jî Azerbaycanî. Lêbelê li Tirkiyeyê Kurdek nikare bibe hem Kurd hem jî Tirkiyeyî. Mecbûr e ku bibe Tirk.”
Paşê rojnameger û nivîskar Nadîre Mater jî bi sernavê “Azadiya Çapemeniyê, Heqîqet û Zimanê Aştiyê” gotarek pêşkêş kir û got: “Zimanê aştiyê gelek girîng e. Hewce ye zimanê aştiyê li pêş bikeve. Divê hemû astengiyên li pêşiya desteserkirina azadiya derbirînê were rakirin. Îro medyayek pirr cuda heye. Îro medya radestî desthilatê û AKPê bûye. Ji sedî 90ê medyayê di destê desthilatê de ye. Bêyî ku em bi pey tiştên ne hewce bikevin, divê em bikevin pey aştiyê. Medya AKPê wekî ku weşanek aştiyê dike xwe derdixe pêş lê ne wisa ye. Mijara aştiyê pirr li nav hev dixe. Meseleyê şor dike û her tiştî serûbin dike. Zimanê medyayê pirr belav e. Her tiştî sor dike.”
Berfirehiya nûçeyê tê...
