STENBOL - Dîrektorê Têkiliyên Navneteweyî yê Unite The Unionê Simon Dubbins, diyar kir ku banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qonaxeke mezin e û got: “Ji bo pêşketineke rast a Tirkiye û Rojhilata Navîn, firsendekî nûwaza ye. Em ê banga xwe ya azadiyê bênavber bidomînin.”
“Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ku DEM Partî li dar dixe, di roja duyemîn de didome. Dîrektorê Têkiliyên Navneteweyî yê Unite The Unionê Simon Dubbins, ji peyameke bidîmen ji konferansê re şand û konferans silav kir.
Dubbins, di peyama xwe de got ku ew hevserokê kampanyaya Azadî Ji Abdullah Ocalan re ya Ingilistanê ye û ev tişt anî ziman: “Ez, silav û piştevaniya hemû sendîkayên girêdayî me yên li Qraltiyên Yekbûyî ji we re radigihînim. Ji ber ku ne li wir im, lêborîna xwe ji we dixwazim. Bi rastî jî xemgîn im; min gelek dixwest bi we re bim. Lê mixabin ji ber berpirsyartiyên xwe yên din, min ji bo vêcarê nekarî li wir bim. Hempîşeyên min, tevgera sendîkayî ya li Qraltiya Yekbûyî di mijara piştevaniya bi gelên bindest re xwedî rabûrdiyeke dirêj in. Ji sekreterên me yên giştî yê berê Jack Jones bi salan berê bi dilxwazî çûbû Spanyayê û tevî hêzên komarparêz, li dijî hêzên faşîst ên Franco şer kiribû. Di têkoşîna xwişk-birayên me yên Efrîqaya Başûr a li dijî rejîma Apartheidê de jî me mil da milê wan. Di pêvajoya aştiyê ya li Îrlandayê de jî tevgera me bi rolekî jiyanî rabû. Her wiha me piştgirî da pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê û herî dawî jî li dijî qirkirina li Xezeyê, me li dijî apartgheîda Îsraîlê mil da milê xelkê Filistînê.
BANGA 27’Ê SIBATÊ FIRSENDEKÎ NÛWAZA AFIRAND
Ji ber vê yekê piştevaniya me ya bi gelê Kurd re û ya ji bo sekinandina xerabiyên DAIŞ’ê yên li Rojhilata Navîn, piştevaniya bi tevgerên siyasî yên aştî û edaleta civakî ya herêmê hedef digirin, mecbûriyetek e. Ji ber vê ye ku me di sala 2016’an de kampanyaya Azadî ji Ocalan re ava kir. Em dizanin ku tevgera we û ya me xwedî heman nirxan e. Aştî, demokrasî, mafên jinan, mafên karkeran, rêzgirtina li dijî hawîrdorê û gerstêrkê. Em dizanin ku tevî tevgera we rastî zextên gelek giran hat lê tevî vê jî bêyî biweste ber bi hedefa xwe ve meşiya. Bi sala ye em piştgiriyê didin banga azadiya birêz Ocalan. Ji ber ku em ji dîroka xwe dizanin; aştî, dema her du aliyan êdî qebûl kir zext û tundî bi kêr nayê, dema ji bo pirsgirêkan li çareseriyên mayinde geriyan dê were. Di nava deh salên dawî de yan jî di demekî dirêjtir de me têkildarî azadiya birêz Ocalan û têkildarî rewşa Tirkiye û herêmê gelek nîqaş û nêrîn pêşxistin. Di sendîkaya min, sendîkayên din û di konfederasyona me de me gelek pêşnûme qebûl kir. Me şandeyên piştevaniyê ava kir û piştgirî da. Ji bo bidawîkirina tecrîda dermirovî ya li ser wî, me zexta siyasî kir û hewl da kampanyaya navneteweyî mezin bikin. Di heman demê de ji bo guherînê çêbikin, me hewl da zexta herî giran bikin. Car bi car ev rewş, weke hêviyeke dûr yan jî xeyalekî nepêkan xuya kir. Lewma dema di destpêka salê de hewldaneke nû dest pê kirî, em mat bûn û heyirî man. Lê ji her tiştekî wêdetir, ji mat bûn û şaşmayînê wêdetir, ji ber bendewariya ku ev qonaxa nû bi xwe re aştî û lihevkirinê bîne herêmê, em gelek bi kelecan û bi hêvî bûn. Li gorî nêrîna me, banga birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de kiriye, bû qonaxeke gelek mezin. Ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn pêşve biçin, firsendeke nûwaza afirand.
EM GAVÊN OCALAN SILAV DIKIN
Her wiha em bûn şahidên gavên dîrokî yên weke kongreya pir taybet, îmhakirina çekan û vekişandina hêzan. Bila gumana kesekî nebe ku banga aştiyê ya birêz Ocalan gelek jidil û cidî ye, gavên hatine avêtin jî pir şênber û rast in. Lêbelê dewleta Tirk jî divê li hemberî van gavên mezin gavên şênber û zelal biavêje, bi tevdîrên şênber pêşwazî bike. Bi qasî em jê fêm dikin; şert û mercên birêz Ocalan hinek jî be baştir bûne lêbelê hêj jî nikare bi ziyaretvanên dixwaze re hevdîtinê bike û xwedî vê azadiyê nîne. Hêj jî xwedî wê azadiyê nîne ku biçe cihên dixwaze û bi kesên dixwaze re hevdîtinê bike. Lewma jî ji bo aştî û lihevkirina ku her kes ji wî hêvî dike çêbibe, me xwedî wan şert û mercan e ku bikare bi awayekî azad bi rola xwe rabe. Her wiha, hêj biryara guherînên qanûnî û destûra bingehîn ên ji bo pêşxistina pêvajoyê nehatine dayin an jî nehatiye qebûlkirin. Ya ku em jê fêm dikin ev e! Bêguman, em zextên pir giran û xebatên leşkerî yên divê bên sekinandin jî jî fêm dikin. Her wiha, em fêm dikin redkirina rola civaka navneteweyî ya berfireh ku piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê jî didome. Divê ev biguhere û lewma ez ê bi vê bi dawî bikim. Em, gavên ji hêla birêz Ocalan ve hatine avêtin silav dikin. Gavên ewil gavên zehmet in û em cisareta wî pîroz dikin. Em, hewldanên DEM Partiyê û yên hemû aktorên siyasî yên bûne sedema pêşketina heta niha silav dikin. Tirkiye û herêmeke berfirehtir, di demeke krîtîk de, di qonaxeke hesas de ye.
AZADIYA MUTLEQ Û TAM
Ev rê, rêya aştî û lihevkirinê ye. Rêya din jî dikare rê li ber rijandina xwînê, êş û hejariyê veke. Lewma jî dewleta Tirk jî di nav de, hewceye her kes di mijara rêya ber bi aştiyê ve de biryareke zelal bide ku ev jiyanî ye. Em bang li dewleta Tirk dikin ku xwedî li vê pêvajoyê derkeve, bi cisaret, dilwêrek be, gavên pêwîst biavêje û destûr bidin ku civaka navneteweyî di vê rêyê de biqasî ji dest tê bikarin alîkarî û piştevaniyê bidin we. Piştevaniya me ya ji bo we saxlem û qahîm e. Dema hûn pêşve diçin, em ê jî dê bi piştevaniya xwe bi we re bin û banga xwe ya ji bo azadiya tam û teqez a birêz Ocalan jî bênavber bidome. Hêvî dikim ku di demekî nêz de bêm serdana we. Û hêvî dikim ku şandeyeke ji Qraltiyên Yekbûyî were serdana Tirkiyeyê û biçe Girava Îmraliyê û serdana birêz Ocalan bike. Em ê bi tu awayî nehêlin hêviya me were qutkirin. Em ê mafê xwe yê hêvîkirinê bidomînin û di vê rêwîtiya we de her tim bi we re bin. Ez ji bo konferansa we serkeftinê dixwazim. Gelek spas dikim.”
