Ciwanên rojhilatî jî biryara tevlibûna berxwedanê dan: Em hemû ciwanan vedixwînin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Komeke ciwanên ji rojhilatê Kurdistanê biryar dan ku di çarçoveya banga seferberiyê de tev li berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. 

 
Gelê Kurd û dostên wan li dijî êrişên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li her derê daketin qadan û piştgirî dan Rêveberiya Xweser. 
 
Di vê çarçoveyê de li Herêma Federe ya Kurdistanê gelek ciwanan berê xwe dan sînorê rojavayê Kurdistanê. Ji rojhilatê Kurdistanê jî komeke ciwanan biryar dan ku di çarçoveya banga seferberiyê de tev li berxwedana Rojava bibin. 
 
‘EM BANGA TEVLIBÛNÊ LI HEMÛ CIWANAN DIKIN’   
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Rojavayê Kurdistanê dîsa bû hedefa êrişên dijmin. Me xwe amade kiriye ku beşdarî berxwedana Rojava ya li dijî êrişên hovane yên HTŞ û DAIŞ’ê bibin. Rojavayê Kurdistanê niha rû bi rûyê metirsiyeke cidî ye. Parastina Rojava, parastina rûmeta hemû Kurdan û azadîxwaz ên cîhanê ye. Salên berê, Kobanê û Rojava bi piştevaniya hemû parçeyên Kurdistanê derseke dîrokî da DAIŞ’iyan. Heman çete carek din bi çekên hîn pêşketîtir û bi piştgiriya dewleta Tirk, dixwazin tola şikestina xwe bistînin. Êrişên li ser Rojava, êrişên li ser hemû Kurdistanê ye. Serkeftina Rojava serketina hemû Kurdistanê ye.
 
Bi hemwextî berxwedana Rojava, li Rojhilat jî bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildan didome. Weke komeke ciwanên ji Rojhilat, ji bo parastina nirxên Rojava li ser bangawaziya Fermandar Mazlum Ebdî em sînoran dişkînin û beşdarî berxwedana Rojava dibin. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku guh bidin banga HSD’ê.”