Bafil Talabanî bertek nîşanî êrişan da: Gelê Kurd ê bêdeng nemîne
- Rojane
- |
- 20 Çile 2026 13:53
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Talabanî êrişên Şamê şermezar kir û got: “Gelê Kurd dê li dijî van êrişan bêdeng nemîne.”
Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî li ser hesabê xwe yê platforma medyaya dijîtal X’ê peyamek parve kir û bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.
Bafil Talabanî wiha got:
"Bûyerên li Sûriye û Rojava diqewimin nayên qebûlkirin û divê tavilê bêne rawestandin. Em vê êrişa barbarî ya li hemberî gelê Kurd bi rengê herî xurt şermezar dikin. Gelê Kurd wê bêdeng nemîne, wê bûyerên diqewimin jinedîtî ve neyê. Rojava di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de bi hezaran ewladên xwe ji dest da; berdêlên gelekî giran da û cîhan parast. Hurmet, rûmet û parastineke rasteqîn mafê gelê Kurd e. Bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û gelê Amerîkayê dikim ku ji bo parastina sivîlan û aramiyê bi rengekî eşkere bi berpirsyariyê rabe.”