Xelkê Qamişloyê: Em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Qamişloyê ku li dijî êrişan çek rakir, ev peyam da: “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.” 
 
Piştî banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êrişan, gel qadan naterikîne. Di çarçoveya banga seferberiyê de li Qamişloyê gel çek rakir. 
 
'EM Ê HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE ŞER BIKIN’ 
 
Gelê bajêr, li Xaçerêya Rojava kom bû. Ji Nûnerên Rêveberiya Xweser Hesen Koçer li vir axivî û got: “Îro dixwazin ser gelê me komkujiyê bikin. Hûn tevek jî dizanin ku zêdetirî 147 sal in êriş li ser xaka me heye. Di vê pêvajoyê de me 15 hezar şehîd dan û 25 hezar kes jî birîndar bûn. Ev êriş îro jî berdewam in. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Gelê Kurd û Rêveberiya Xweser dê li dijî vê li ber xwe bide. Bijî berxwedana Rojava. Em ê tevî hêzên xwe, bi berxwedana Egîd û Mazluman û bi têkoşîna Ziyad Heleb û Denîz Çiyayan, bi fedekariya Rojbînan dê bi hemû teknîk û hêza xwe li ber xwe bidin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe vê xakê biparêzin.” 
 
Berxwedan, bi dirûşm û govendê didome.