Jinên Kobanî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
- Jin
- |
- 20 Çile 2026 14:27
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kobanî yên li dijî êrişan tev li seferberiyê bûn, got: “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Jinên li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Kobanê tev li banga seferberiyê bûn, daxuyanî dan. Ji Kongra Star Nadiya Hiso, got: “Li dijî her cureyên êrişan em radibin ser pêyan. Weke rêxistina jinan em seferberiyê radigihînin û di vê seferberiyê de cih digirin. Li vir, ev barbarên li dijî mirovahiyê bi pêşengtiya Kurdan hatin têkbirin. Dixwazin vê îradeyê li Kobanê têk bibin. Em ê dev ji vê berxwedanê bernedin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Nadiya Hiso, herî dawî ev tişt anî ziman: “Dixwazin Kurdan qetil bikin. Bila gelê me rabe ser pêyan, roj roja rûmetê ye.”