Gelê li ber deriyê Semelkayê disekine

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Dêrikê bi konvoyan li ber deriyê Deriyê Sînor ê Semelkayê disekine û li benda gelê Başûr e.
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, banga seferberiya giştî kir. Di vê çarçoveyê de b ji her çar aliyên Kurdistanê gel bi ruhê seferberiyê cihê xwe di eniyên berxwedanê de digire. Gelek kes ji bajarên Hewlêr, Silêmaniye, Kerkûk, Raperîn û ji bajarên cuda ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi rê ketin. 
 
Gelên Dêrikê jî ji bo pêşwazîkirina gelê Başûr li ber Deriyê Sînor ê Semelkayê disekine.