TEV-ÇAND'î bi çek û stranên xwe di eniyên berxwedanê de ne

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên TEV-ÇAND’ê, di çarçoveya banga seferberiyê de rahiştin çekan û bi stranên xwe di eniyên berxwedanê de cih digirin. 
 
Tevlibûna banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe zêdetir dibe. Li çar aliyên cîhanê Kurd û dostên wan berê wan li rojavayê Kurdistanê ye ku niha di bin gefa êrişa HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ye. Gelê li her çar parçeyên Kurdistanê jî berê xwe dide Rojava. 
 
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) ku xebatên xwe li Rojava didomîne, li ser banga seferberiyê li Qamişloyê çek rakir. 
 
Endamên TEV-ÇAND’ê yên çek rakirin, li enstruman û stranên xwe coş didin berxwedanê.