HSD: Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî malekê kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê ragihand ku li Qereqozaxê maleke sivîlan bi SÎHA’yan hedef hatiye girtin. 
 
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ragihand ku Balafireke Biçek û Bêmirov (SÎHA) ya aydê dewleta Tirk, li maleke sivîlan a li nêzî Pira Qereqozaxê hedef girt. 
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tu windahiyên canî çênebûne.