Bang li Parlamentoya Başûr hat kirin bi rojeva ‘Rojava’ bicive
- Rojane
- |
- 20 Çile 2026 15:12
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Helwest, bang li hemû partiyên siyasî û franksiyonên li Herêma Federe ya Kurdistanê kir ku sibê saet di 11.00’an de li Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi rojeva Rojava bicivin.
Hizba Eniya Helwest a bi serokatiya Elî Heme Salih, li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk, bang li hemû partiyên siyasî û franksiyonên li Herêma Federe ya Kurdistanê kir ku sibe saet di 11:00’an de li Parlamentoya Herêma Kurdistanê kom bibin.
Eniya Helwest, di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan ji bo parastina rojavayê Kurdistanê nexşerêyek amadekirine, divê li ser asta Herêma Kurdistan, Ewropa û Amerîkayê di demek herî nêzîk de dest bi xebatê bikin.