MERDÎN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li ser sînorê Qamişloyê axivî û got: “Rojava tê wateya têkoşîna gel û baweriyan a li ser zemîneke demokratîk. Silav ji Rojava re.” Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku ew ê li ber êrişan serî netewînin û banga yekitî û piştevaniyê kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi beşdariya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, siyasetmedar, nûnerên partiyên siyasî û bi hezaran kesan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li ser ser sînorê Qamişloyê civîna koma xwe ya heftane li dar dixe.
Di civînê de ji ewil Tulay Hatîmogûllari axivî û êrişên ser rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Tulay Hatîmogûllari, got: “Di serî de medyaya Tirk, gel şaş agahdar dike. Dibêjin Rêveberiya Rojava li gorî peymanê tevnegeriya. Ev bi temamî derew e. Yên ku vê peymanê binpe dikin çete ne. Komên selefî yên ku hêzên navdewletî piştgiriyê didin wan in.”
Girseyê axaftina Tulay Hatîmogûllari bi dirûşman birî û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kir.
‘LI VIR BEHSA AŞTIYÊ DIKIN, LI ROJAVA KURDAN QETIL DIKIN’
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllariyê anî ziman ku li li Sûriyeyê rageşî û şer didome û wiha berdewam kir: “Lê wekî ku HSD’ê li dijî Tirkiyeyê şer daye destpêkirin bertekan nîşan didin. Yên dibêjin em xwişk û bira ne, yên destê xwe dirêj dikin, Kurdan wekî welatiyan nabînin. Rayedarên hikûmetê yên daxuyaniyan didin dibêje qey HSD derbê li pêvajoyê dixe. Ev kes pêvajoyê berovajî dikin. Serokkomar Erdogan dibêje, ‘Ez HTŞ’ê pîroz dikim. Em ji Erdogan dipirsin. Gelo ji bo HTŞ Kurdan qetil dike tu wan pîroz dike. Tu çi pîroz dike. Bi salan e em dibêjin aştiya navxweyî pêş bixin. Lê di van rojên ku em qala aştî û aramiyê dikin. Li Sûriyeyê Kurd tên qetil kirin. Yên ku hestên Kurdan fam nekin, nikarin aramiyê pêş bixin. Kurd îro li ser pêyan e. Ji 7 salî heta 70 salî tev li ser piyan e. Yên ku pêvajoyê xera dikin hûn nin. Dest ji vê xerakirina pêvajoyê berdin. Êdî bes e. Êdî bes e.”
Girseyê dîsa dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kir.
‘HTŞ’Ê BI HEZARAN WELATÎ QETIL KIR’
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllariyê, hedefgirtina Hevserokê TEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Gulistan Koçyîgîtê jî şermezar kir û got: “Em dibêjin hûn xwe bi xwîn û şer xwedî dike. Em dibêjin gelo heta çend Kurd bên kuştin dê wijdanê re rehet bibe. Em destûr nadin ku hûn hevserokên me û wekilên me bikin hedef. Îro li Sûriyeyê Rêveberiya Şamê ji roja hatiye ser kar heta niha li Laziqiye, Şam û bajarên din Elewî û Durziyan tên kuştin. Piştre xwişk û birayê me yên Elewî hatin kuştin. Bi deh hezaran mirov qetil kirin. Niha dixwazin li Rojava komkujiyê pêk bînin. Em bi hevre bêjin ‘Ji Komkujiya Rojava re na.’ Em bi hevre li dijî komkujiyê rawestin.”
BERXWEDANA ROJAVA SILAV KIR
Tulay Hatîmogûllariyê destnîşan kir ku li pişt van komên paramîlîter û êrişkar heza navneteweyî hene û wiha pê de çû: “Em dizanin li dijî Kurdan û Rojava komployeke din di meriyetê de ye. Em ji serî de dibêjin, bila Tirkiye bi vîna siyasî ya Rojava û Sûriyeyê re hevdîtinê bikin. Lê we her tim xwe paşve kişand. Li şûna wê, Kurdan qetil dikin. Divê her kes bizanibe ku Kurdên Rojava ne bi tenê ne. Em bang li hemû cîhanê û hêzên nanvdewletî û parazvanên mafên mirovan û kesên li dijî komkujiyê dikin. Em bang li hemû kesan dikin ku komkujiya li Sûriyeyê bidin sekinandin. Em bang li hemû rewşenbîr, rojnameger, nivîskar û hemû beşên civakê û yên demokratîk dikin. Em bi hevre li dijî vî şerî derkevin û ji vî şerî re bêjin bes e. Ji bo me Rojava azadiya jinê ye. Rojava dijberiya DAIŞ’ê ye. Rojava têkoşîna demokratîk e. Silav ji Rojava re. Silav ji jinên berxwedêr re. Hezar silav ji we re.”
‘KURD TU CARAN TESLÎM NABIN’
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û wiha got: “Tenê partiya ku car caran civînên xwe li bajarên din li dijî neheqî û bêhiqûqiyê dike partiya me ye. Yên ku ev roj ava kirine em wan şermezar dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî heye. Komên selefî bi dehan jin û zarok qetil kirin. Yên van koman diparêzin, hêzên navdewletî ne. Li Rojava Kurd bi tenê ne. Lê cîhan tev bûne yek. Cîhan li dijî Kuradan komkujiyê dike. Dixwazin Kurd bê ziman, bê çand û bê ziman bijîn. Em wekî duh îro jî em gelê Rojava re ne.”
ROJAVA HÊVÎ Û BERXWEDAN E
Bakirhan, diyar kir ku Rojava ne tenê parçeyekî axê ye û got: “Di heman demê de Rojava hêvî, berxwedan e. Em destûrê nadin hûn wê heviyê bikujin. Em ê careke din biqîrin ku ji bo yekitiya gelan têbikoşin.”
‘YÊN MITABEQETA 10’Ê ADARÊ BINPÊ KIR ŞAM BÛ’
Bakirhan, helwesta dewletê ya înkar û îmhayê bi tundî rexne kir û wiha berdewam kir: “Dibêjin bila Kurd bi zimanê xwe neaxivin. Bi zimanê xwe perwerde nebin. Dibêjin bila Kurd teslîm bibin. Lê em destûr nadin ku gelê me yên li Rojava bêrûmet bijîn. Yên ku dixwazin Kurd bê ziman, bê nasname bijîn em ji wan re dibêjin dest ji vê hewldanên xwe berdin. Rejîmê li Helebê kemîn danî. Kemîneke bêbext pêk anî. Piştî şervanan xwe paşve kişand. Kurd qetil kirin. Yên ku peymana 10’ê Adarê binpê kir, Şara û Şam e. Lê bila her kes baş zanibe ku heta yek Kurd hebe dê ev dijminantiya li dijî Kurdan neyê jibîrkirin.”
‘YÊN KURDAN WEKE DIJMIN DIBÎNIN NIKARIN BEHSA QEDERA HEVPAR BIKIN’
Bi domdarî Bakirhan, îşaret bi gotina “Qedera Tirk û Kurdan yek e” kir û got: “Îcar bêyî şer bikin vê gotinê dikin. Li aliyekî destê aştiyê dirêj dikin, li aliyê din komkujiyî dikin. Li Rojava komkujiyan dikin. Dest ji vê durûtiyê berdin. Dewlet Bahçelî qala yekitiya qederê dike. Em dibêjin yekitiya qederê wiha nabe. Yên ku Kurdan dijmin dibînin nikarin qala yekitiya qederê bikin. Erdogan dibêjin qewm nexweşî ye. Ka qewmîtî. Hûn dibêjin rûmeta Kurdan. Lê heke hûn qala rûmeta Kurdan dikin, çima dema selefî û îslamîst serê jinên Kurd jê dikin û wan dikujin, tu dengê xwe nakî? Kurd hezar sal in teslîm nebûn, ji niha û şûnde tu carî teslîm nabin. Hemû kesên dibêjin Kurd bê nasname û statu, rîyakar in. Li aliyekî hûnê bêjin xwişk û biratî, li aliyê din hûnê bibêjin bê nasname û statu. Êdî bes e. Aştî ji bo her kesî dide qezeckirin. Li Tirkiyeyê 25 milyon Kurd hene. Kurd vê yekê qebûl nakin. Di vê saeta ku em civîna xwe dikin de êrişî ciwanan dikin. Tu kes nikare vê xwinê ziwa bike û bişo.
ROJ ROJA YEKITIYÊ YE
Ez bang li 50 milyonan Kurdên li cîhanê dikim. Roj roja yekitiyê ye. Roj roja hevgirtinê ye. Em dikarin bi piştevanî û yekitiyê rê li ber komkujiya van selefiyan bigirin. Li dijî kesên ku dixwazin Kurdan tune bikin, bibin yek. Bahçelî dibêje ‘HSD Kurdan temsîl nake.’ Tu nikarî biryara vê bidî. Tu kes destûr nade ku tu bibêjî ka kî kê temsîl dike. Ev ne erka te ye. Li Rojava komkujî heye. Erka me ew e ku em vê komkujiyê rawestînin. Kurd diwazin wekî mirovan bijîn.”
Dema axaftina didomiya, bi hezaran kes ber bi sînor ve meşiya.