Li gelek deverên Hesekê pevçûn hene, li Kobanê êriş hatin şikandin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek deverên çoltarê Hesekê pevçûn berdewam dikin û li Kobanê jî piraniya êrişan hatin şikandin. 

 
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), bersiv da komên paramîlîter ên dixwestin li gundê Tal Baroudê pêş bikevin. Di pevçûnê de gelek wesayîtên bizirx ên çeteyan ketin destê HSD’ê. 
 
Li gorî agahiyên çavkaniyên ji herêmê dane Ajansa Mezopotamyayê (MA), li gelek deverên Hesekê pevçûnên dijwar diqewimin. Hat zanîn ku komên çete tevî êrişên hemwext jî li tu deveran nekarîne pêş bikevin. 
 
Li derdora gundê Xemlayê yê li çoltarê Hesekê jî HSD’ê bersiv da koma êrişkar û 5 dronên wan hatin xistin. 
 
Li çoltarê Kobanê jî ji duh heta niha pevçûn berdewam in. Bi taybet jî pevçûnl i Sirrînê giran bûne. Hat zanîn ku komên êrişkar li vir derbên giran xwarine. 
 
Her wiha, hem li Kobanê hem jî li Hesekê rewşa seferberiyê didome.