Tabûra ‘Turan’ê jî di êrişên li dijî Kobanê de cih digire

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Tabûra “Turan” a cîhadperest û neteweperest a girêdayî Tirkiyeyê jî di êrişên ser Kobanê de cih digire. 

 
Êrişên HTŞ-DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Hat ragihandin ku yek ji koma di êrişên ser Kobanê de cih digire jî tabûra “Turan” e ku girêdayî Tirkiyeyê ye. Ev tabûra behsa xeberê, ji Tirk, Ozbek û Tirkmenan pêk tê û xwedî zîhniyeteke cîhadperest û neteweperest e. Koma ku di dagirkirina Minbicê de jî cih girtibû, sûcên şer ên weke kuştina birîndarên li nexweşxaneyê û înfazên li naverasta kolanan kiribûn.