OHD’ê têkildarî Diyar Koç daxuyanî da

Parve bike:

MÊRDÎN - OHD’ê têkildarî Diyar Koç ku hate girtin daxuyanî da û got ku bijîşkên biryara derxistina ji nexweşxaneyê dan, dozgeriya fermana girtina îfadeyê da û dadgerê biryara girtinê dayî tevek jî ji encamên neyînî yên rewşa tenduristiya Koç berpirsyar in. 

 
Ciwanê bi navê Diyar Koç ku di çalakiya 20’ê Çileyê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya li dijî êrişên ser Rojava de hate îşkencekirin, bêyî tedawiya wî temam bibe, bi zora polîsan ji nexweşxaneyê hate derxistin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” û “binpêkirina sînor” hate girtin. 
 
'XWÎN ÇÛ SER MEJIYÊ WÎ Û HESTIYÊN WÎ ŞIKESTINE’    
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê, têkildarî girtina Koç daxuyanî da. OHD’ê, da zanîn ku ji kêliya binçavkirinê ve Koç rastî îşkenceyeke giran û sîstematîk hatiye, perasiyên wî şikestine, xwîn çû ser mejiyê wî û gelek cihên bedena wî şikestine. Bi domdarî hate destnîşankirin ku tevî ku xetereya li ser jiyana wî di raporên nexweşxaneyê de diyar jî bûn, Koç bi zanebûn ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û wiha hate gotin: “Miwekîlê me li korîdorên edliye û emniyetê di nava êşê de bû, dema li benda lêpirsînê gelek caran dilê wî rabû û ev li pêş çavên her kesî çêbûye.” 
 
'BIRYAREKE HIQÛQÎ NÎNE’     
 
Di berdewamê de hate gotin ku rewşa derketî holê bi awayekî aşkera binpêkirina qedexeya îşkence û miameleya xerab e û wiha domiya: “Derxistina kesekî rewşa wî ya tenduristiyê ewqas giran ji nexweşxaneyê, girtina îfadeya wî û girtina wî ne teqdîreke hiqûqî ye, yekser tercîheke berpirsyartiyê bi xwe re tîne ye. Di vê pêvajoyê de bijîşkên biryara derxistina ji nexweşxaneyê dan, dozgeriya fermana girtina îfadeyê da û dadgerê biryara girtinê dayî tevek jî ji hêla hiqûqî ve ji encamên neyînî yên rewşa tenduristiya Koç berpirsyar in. 
 
'NE LI CEM LEŞKERAN NE JÎ LI DOZGERIYÊ BI ÎDIAYA DAXISTINA LÊ NEHAT SÛCDARKIRIN’  
 
OHD’ê bal kişand ser îdiaya “daxitina alê” ya bi raya giştî re hatiye parvekirin û got: “Ev îdia rast nîne. Miwekîlê me ne li cem hêzên ewlekariyê ne jî di pêvajoya lêpirsînê de bi tu awayî bi vê îdiayê nehatiye sûcdarkirin. Tevî vê jî hedefgirtina miwekîlê me, manîpulasyon e. Divê miwekîlê me tavilê were berdan, bê tedawîkirin û der heqê berpirsyaran de lêpirsîneke bibandor û serbixwe bê destpêkirin. Em ê bûyerê ji her alî ve bişopînin.”