Heyva Sor a Kurd: Ji bo Kobanê korîdoreke însanî vekin
- Rojane
- |
- 24 Çile 2026 12:36
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdullah, got: “Divê bi awayekî lezgînî ber bi Kobanê ve korîdoreke însanî were vekirin.”
Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdullah têkildarî dorpêça HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk a li ser Kobanê axivî û bang kir ku bi lezgînî korîdoreke mirovî were vekirin.
Hediye Ebdullahê got ku dorpêça li ser Kobanê ji gelek aliyan ve rê li ber pirsgirêkan vedike û got: “Bû sedem ku xwarin, derman û mazot kêm bibe. Herî dawî jî hewa sar bû, berf bariya û vê jî rewşa giran a li wir hêj xerabtir kir. Her wiha bû sedema belavbûna nexweşiyan.”
'NAXWAZIN TIŞTÊN DI QEWIMIN BI DINYAYÊ RE BÊN PARVEKIRIN’
Hediye Ebdullahê anî ziman ku têkildarî mijarê bi gelek saziyên têkildar re hevdîtin kirine da ku korîdoreke însanî were vekirin û got: “Li cihekî ewqas sivîl lê dijîn dive korîdoreke însanî were vekirin. Ceyran, av û înternet hatiye birîn. Naxwazin tiştên li wir tên jiyîn bi dinyayê re bên parvekirin. Li gorî agahiyên li ber dest; herî dawî şevê din pitikeke 2 mehî, yek a 3 mehî, zarokek 2 salî û zarokek 4 salî ji sermayê jiyana xwe ji dest dane. Divê korîdora însanî tavilê bê vekirin. Rewşa li wir krîtîk e û her ku diçe giran dibe. Heke korîdora însanî vebe, em amade ne ku bi lez û bez biçin wê derê.”