Koç ê îşkence lê hate kirin: Piştî min teqlîda mirinê kir dev ji lêdanê berdan

Parve bike:
MÊRDÎN - Diyar Koç ku li Nisêbînê hate îşkencekirin, bêyî tedawiya wî temam bibe hate girtin. Koç, got: “Piştî min teqlîda mirinê kirî leşkeran dev ji lêdanê berdan. Berstûyek xistin qirika min û li erdê kaş kirin. Xwestin min bixeniqînin.” 
 
Ciwanê bi navê Diyar Koç ku çalakiya 20’ê Çileyê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya li dijî êrişên ser Rojava de hate îşkencekirin û hêj birînên wî giran hate girtin, behsa îşkenceyê kir. Koç, da zanîn ku ne di lêpirsîna li emniyetê ne jî di ya dozgeriyê de tu pirsek têkildarî îdiaya “daxistina alê” jê nehatine kirin. Koç, bi îdiayên “bêyî destûrê ketiye qada leşkerî” û “propagandaya rêxistinê” hate sûcdarkirin. Her wiha hate îdiakirin ku Koç ê hatiye îşkencekirin, di encama kevirên hatiye avetin de birîndar bûye û ji quleya leşkerî ketiye xwarê. 
 
AVA SAR LÊ REŞANDIN
 
Koç, di îfadeya xwe de anî ziman ku leşkeran gule li girseyê reşandiye, li ser îdiaya “alê” ya li ser medyaya dijîtal hatiye lînckirin. Koç, destnîşan kir ku beriya were binçavkirin leşkerekî jê re got “Em son dixwin ku dê tiştekî li te nekin” lê leşkerên hatin cem wî li wî xistine, berstûyek xistine qirika wî û li erdê hatiye kaşkirin. Koç, bi domdarî anî ziman ku leşkeran hewl daye wî bixeniqînin, ew birine cihekî kamera nabînin, bi qontaxa tifingan li rûyê wî hatiye xistin. Koç, diyar kir ku li qada leşkerî demekî dirêj hatiye derbkirin û piştî teqlîda mirinê kirî leşkeran dev ji lêdanê berdane. Koç, got ku leşkeran gotiye “Em ê bibêjin sivîlan kevirek li vî xistin û ji quleyê kete xwarê.” Bi domdraî koç got ku li Qereqola Sînor hatiye derbkirin û heqaret lê hatine kirin. Koç, got ku li derve li ber sermayê hatiye ragirtin û ava sar lê hatiye reşandin. 
 
Dadgeriya Cezayên Sulhê duh ji bo Koç biryara girtinê da û Koç li ser kursiya astengdaran birin girtîgehê.