Gelê Rojava ji bo parastina destkeftiyên xwe li ber xwe dide

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên girêdayî TEV-DEM’ê ji bo parastina destkeftiyên gelê Rojava di eniyên berxwedanê de cihê xwe girt. 
 
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Li dijî êrişan, tevlibûna eniyên berxwedana Rojava jî roj bi roj xurtir dibe. Piştî banga seferberiyê, gelê Rojava li gelek cihan di eniyên berxwedanê de cih girt û destkeftiyên xwe diparêze. 
 
Xebatkarên saziyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ên li Qamişloyê jî di eniyên berxwedanê de cihê xwe girtin.