NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên HSD û YPJ’ê yên di eniyên pêş ên Til Barûtê de cih digirin, got ku ew bi hêza gel li ber xwe didin û dê rê nedin komên paramîlîter.
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Hat zanîn ku HTŞ, sewqiyata çekan bo devera nêzî gundê Til Barûtê ku eniya pêş a Hesekê ye dike û hin gundên derdorê jî wekî cebilxane bi kar tîne. HTŞ’ê beriya niha hewl dabû ser Til Barûtê têkeve Hesekê lê ev hewldana wê ji hêla şervanên HSD û YPJ’ê ve hatibû têkbirin. Şervanên HSD û YPJ’ê, têkildarî geşedanên dawî axivîn.
‘DIXWAZIN LISER GIRAN BICIH BIBIN’
Ji şervanên YPJ’ê Ekîn Çiya diyar kir ku komên çete hewl didin li girên stratejîk bicih bibin û wiha domand: “Xwestin li noqteyên nêzî cihên me bicih bibin û êrişê bidin destpêkirin. Lê me derbekî giran lê da. Tevî agirbestê jî êriş berdewam in. Gelê me yê li her çar parçeyan rabû ser pêyan. Em, hêza xwe ji Rêber Apo, şehîd û gelê xwe digirin.”
‘TEVÎ AGIRBESTÊ JÎ ÊRIŞ BERDEWAM IN’
Ji şervanan Polat Amûdê jî got: “Komên êrişkar xwestin ji vir pêş bikevin lêbelê me bi berxwedaneke mezin bersiva wan da. Tevî agirbestê jî her roj bi çekên giran êriş dikin. Em jî li dijî van êrişan, mewziyên xwe diparêzin.”
‘EM BI HÊZA GELÊ XWE LI VIR IN’
Şervaneke din jî got: “Di roja pêncşemê de êriş kirin. Di pevçûnê de çar çete hatin kuştin û koma wan parşve reviya. Weke HSD û YPJ’ê li vir in. Em ê rê nedin çeteyan. Bila gelê Kurdistanê şervanên xwe bi tenê nehêle. Em bi hêza gelê xwe li vir in.”