STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1087’an a çalakiya xwe de ji bo Ayşenûr Şîmşekê ku 31 sal berê hatibû windakirin, daxwaza edaletê kir.
Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna li aqûbeta kesên ku di binçavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 1087’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê kom bûn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Ayşenûr Şîmsekê ku hatibû windakirin, pirsîn. Dayik û Mirovên Şemiyê, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windakiriyan hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Mirova Şemiyê Îkbal Eren ve hat xwendin.
‘GELEK ÎŞKENCE LÊ HATE KIRIN’
Îkbal Erenê diyar kir ku Ayşenûr Şîmşek 27 salî bû û li Enqereyê dijiya û got: “Ayşenûr karê dermanxaneyê dikir. Di heman de jî di nava rêxistinên tenduristiyê de cih digirt û Serokê Şaxa Saglik-Senê yê Enqereyê bû. Ji ber karûbarên xwe yên siyasî 2 caran hate binçavkirin. Di binçav de gelek îşkence lê hate kirin. Polîsan li bavê Ayşenûrê geriyabûn û gotibûn, ‘Heke Ayşenûr teslîm nebe dê gelek tiştên nebaş bînin serê wê’. Malbata Şîmşek piştî 24’ê Çileya 1995’an êdî tu agahî ji Ayşenûrê negirt. Malbata Ayşenûr Şîmşekê serî li polîsan, dadgeh û Wezaraeta Navxweyî da. Lê polîsan ji malbata Ayşenûr Şîmşekê re got, ‘Ayşenûr nehatiye binçavkirin’.”
‘KUJERÊN AYŞENÛRÊ HATIN PARASTIN’
Îkbal Erenê destnîşan kir ku malbata Ayşenûr Şîmşekê di rojnameyê de dît ku li Kirikkaleyê cenazeyê jinekê hatiye dîtin û wiha axivî: “Ew kesa hatiye dîtin li goristana bêkesan hatiye veşartin. Piştre malbatê serî li Dozgeriya Kirikaleyê da. Di 12’ê Nîsana 1995’an de cenazeyê Ayşenûr Şîmşekê li goristana bêkasan hat dîtin. Li gorî otopsiyê, Ayşenûr di 28’ê Çileya 1995’an de hatiye kuştin. Li ser bedena wê şopên îşkencê hatin dîtin. Bi ser bûyerê re 31 sal derbas bûn. Tu lêpirsîneke bi bandor pêk nehat. Kesên ku Ayşenûr kuştin, hatin parastin.”
‘EM Ê DEV JI DAXWAZKIRINA EDALETÊ BERNEDIN’
Îkbal Erenê anî ziman ku ew bi bîra rayêdarên dewletê dixin ku windakirina bi darê zorê li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e û got: “Lewma jî demborîn, berpirsariya dewletê ji holê ranake. Di dosyeya Ayşenûrê de tiliya dewletê heye. Daxwaza me diyar e, biryara neşopandinê divê demildest bê rakirin. Heta ku heqîqat derkeve holê em ê li pey şopa windayan bin. Çend sal derbas dibe bila bibe jî em ê ji bo windayan edaletê bixwazin.”
Piştî daxuyaniyê, Mirovên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.