NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistanê 6 partiyên siyasî hene û van partiyan ji bo parastina gel û destkeftiyên gel tifaqeke hevpar ava kirin.
Li rojhilatê Kurdistanê 6 partiyên siyasî yên di nava hevpeymaniyekê de kombûne, her yek ji wan xwedî siyaset û dirûşmên cuda ne û bi dehan sal in ji bo van armancên xwe têdikoş in. Lê niha ji bo yek armanca netewî ku ew jî parastina gelê rojhilatê Kurdistan û destkeftiyên Kurda ye, hevpeymaniyek avakirine. Bi yek dirûşme û helwestê siyaset dikin.
Roja 22’yê Sibata 2026’an de 5 partiyên siyasî yên Kurd li rojhilatê Kurdistanê ku ji Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Îran, Sazmanî Xebatê ya Kurdistanê-Îran û Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê bi fermî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê ragihandin.
Duh jî Komela Şoreşger a Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê ragihand ku ew ê tev li Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bibin û got; “Me ji bo berjwendiyên gelê xwe biryar da ku tev li hevpeymaniyê bibin.” Hevpeymaniyê jî bi fermî pêşwazî li biryara Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê kir.
Dîrok, siyaset û dirûşmên van partiyan ku jê re têkoşîn dikin wiha ye;
PARTIYA DEMOKRATÎK A KURDISTANÊ -ÎRAN (HDKA):
Partiya herî kevin a rojhilatê Kurdistanê ye, di sala 1945’an de li bajarê Mahabadê bi dirûşma “Ji bo Îranê demokrasî û ji bo Kurdistanê jî xwerêveberî” hate damezrandin. Mistefa Hicrî sekreterê Giştî yê partiyê ye.
PARTIYA KOMELAYA KURDISTANÊ YA ÎRANÊ:
Di sala 1969’an de hatiye damezrandin û tevgereke sosyal demokrat e. Ev partî ji aliyê Abdullah Muhtedî ve tê birêvebirin û bêhtir tekezî li ser “hevkariya bi muxalefeta seranserê Îranê re” dike.
PARTIYA JIYANA AZAD A KURDISTANÊ (PJAK):
Di sala 2004’an de hatiye damezirandin. Partî li ser bingeha fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebatên xwe dimeşîne. Partî bi sîstema “hevserokatiyê” tê rêvebirin ku niha hevserokên partiyê Peyman Viyan û Emîr Kerîmî ne. PJAK’ê tekezî li ser azadiya jinan û rêveberiya xweser a demokratîk dike.
PARTIYA AZAD A KURDISTANÊ (PAK):
Di sala 1991’an de hatiye damezrandin û Huseyn Yezdan Pena hîna serokê partiyê ye. Dirûşma partiyê “Serxwebûna Kurdistanê” û cudakirina Rojhilat ji Îranê ye. Ew ji partiyên din neteweperestir û radîkaltir xwe nîşan didin.
KOMELEYA ZEHMETKÊŞAN A KURDISTANÊ:
Di sala 2007’an de hatiye damezrandin. Ev tevger di encama parçebûnek di nav Komale de pêk hatiye û tekezî li ser mafên karkeran, çîna hejar û sosyalîzmê dike. Niha Reza Kebî sekreterê giştî yê partiyê ye.
SAZMANÎ XEBATÊ YA KURDISTANÊ-ÎRANÊ:
Di sala 1980’an de hatiye damezrandin. Ew tevgereke netewe-olî ye ku baweriya xwe bi veqetandina ol ji dewletê tîne û nirxên olî yên civaka Kurdî jî diparêze. Babêşêx Huseynî niha sekreterê giştî yê partiyê ye. Sazmanî Xebatê ya Kurdistanê-Îran yekane hêza Îslamî ya di nav Hevpeymaniyê de ye.