Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
- Rojane
- |
- 5 Adar 2026 15:54
- |
STENBOL - Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê ku Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê berê Ramazan Yurttapan, edîtorê kovarê Haydar Ergul û 3 nivîskar tên darizandin, hate taloqkirin.
Danişîna 9’emîn a kovara Demokratîk Modernîteyê ku Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê berê Ramazan Yurttapan, edîtorê kovarê Haydar Ergul û 3 nivîskarên kovarê bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” tên darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hat lidarxistin. Kesên tên darizandin tev li danişînê nebûn û parêzerê wan Sercan Korkmaz tev li danişînê bû.
Dozger û parêzer Kokrmaz xwestin kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê jî daxwaz qebûl kir. Dadgehê biryar da ku xwe li benda bicihanîna biryara girtinê ya nivîskar Selçûk Uçar bigirin û danişîn taloqî 3’yê Kanûnê kir.